TJA: Şaredariya Qersê ne bi tenê ye

Aktivîstên Tevgera Jinên Azad (TJA) nerazîbûn nîşanî zextê ku Şaredariya HDP’ ya Qersê tê kirin, dan û got: “Gelê Qersê, Şaredariya Qersê ne bi tenê ye.”

Tevgera Jinên Azad (TJA) û Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Êlihê derbarê hedefgirtina şaredariya Qersê li avahiya HDP 'ê ya bajêr daxuyanî dan çapemeniyê.

Parlamenterên HDP'ê yên Êlîhê Ayşe Acar Başaran, Feleknas Uca, hevseroka HDP'ê ya Êlîhê Fatma Ablay û aktivîstên TJA'yê tevlî daxuyaniyê bûn. Daxuyanî ji aliyê aktivîsta TJA'yê Gulîstan Sonuk ve hat xwendin.

Gulistanê diyar kir ku hikûmet bi tayinkirina qeyûman pergala hevşaredariyê krîmînalîze dike û got ku ew ê dev ji deskeftiyên xwe bernedin. Gulistanê bi domdarî anî ziman ku Qers bexçeyê gelena ji ber wê tê hedefkirin û wiha pêde çû: "Tifaqa faşîst niha bi hezaran cûre lîstikan êrîşî şaredariya Qersê dike. Wekî ku her kes dizane, Qers baxçê gelan e. Mirovên li wir bi daxwaza xwe HDP hilbijartin. Lê niha hewl didin ku bi tifaqa qirêj şaredariya Qersê hedef bigirin. Hevserokên Qersê di vê pêvajoyê de ji dil û can ji tenduristiya gel re xizmet dikin."

Gulistanê dawiya axaftina xwe diyar kir ku ew weke TJA ti caran dev ji deskeftiyên xwe bernadin û wiha dawî kir: "Em TJA  soz didin ku wê ti carî destkeftiyên xwe bernedin. Ji ber ku ev destkeftî bi bedelên mezin bi dest xistin. Em ê li dijî polîtîkayên dijminane tebikoşin. "

Daxuyanî bi çepik û tililiyan bi dawî bû.