Tişta ku di nelirêtiyê de derdikevin di rastiyê de neji sedî 10
Tişta ku di nelirêtiyê de derdikevin di rastiyê de neji sedî 10
Tişta ku di nelirêtiyê de derdikevin di rastiyê de neji sedî 10
Di daxuyaniya parêzerê Alikarê Mûrîrê berê yê Emniyeta Navçeya Fatihê Orhan Încir di operasyona nelirêtî û bertîlê de ku tê îdîakirin karmend Riza Sarrab ji ber bertîl daye siyasetmedarekî cihê karê xwe daye gûhertin û wiha got: “Tiştên ku niha derdikevin holê ne ji sedî 10’ê rastiya vê bûyerê ne. Girêdayî kesên ku navê wan derbaz dibe tiştên em hêvî dikîn hene lê ger ev pêk neyên em jî wê ligorî wê yekê tevbigerîn.”
Ûnal Gûler girêdayî îdîayan ji Rojnameya Milliyetê re daxuyaniyek da. Tê îdîakirin ku ji bo Înce ji kar bê derxistin ji aliyê Riza Sarraf ve 3 milyon dolar bertîl dane.
Di daxuyaniya parêzerê Încî ku hat hîbûn li Zonguldakê kar dike wiha hat gotin: “Dema ku Înce Alikarê Mûdûrê Emniyeta Navçeya Fatih’ê bû bi rêya kesekî Zarrab nas dike. Carekê dîtiye. Di rastiyê de mûxatabê yekem alikarê Zarrabe…. ew jî gûmanan dike. Li ser vê yekê li gel amirê xwe hevdîtin pêk tîne, lê kes cidî nag ire.
Ji min re jî got ku ‘ez biçim kûderê li rasta dîwar têm’. Niha tiştên ku derketine holê di rastiyê de ne ji sedî 10’ê vê boyerê ne. Girêdayî kesên ku navê wan derbaz dibe tiştên em hêvî dikîn hene, ger ev pêk neyên em jî wê li gorî wê yekê tevbigerîn.”
Gûler bal kişande ser ku Riza Sarraf nêzî pêş 3 mehan bi daxaznameyekî ku nivîsî li Mûdûryeta Şaxa Asayişê li rastî hev hatine û wiha dewam kir: “Di daxaznameyê de Riza dibêje ku ‘ev mirove bela xwe li min dixwe. Em mirov yê jiyana min a bazirganiyê xilas bike’. Wezîran jî gotin ku ‘tişta pêwist emê bikîn’. Çûne belgenameya xwe a giliyê a ne fermî dane Mûdûrê Şûbeya Asayişê. Ez dibêjim ne fermî ji ber ger kesek dema serlêdana giliyê bike diçe daxwaznameyê dide Dozgeriya Komarê, daxwaznameya xwe a gilîkirinê daye.
Ti agahiyekî me ji daxwaznemeya şikayetê a Zarrrab nebû. 2-3 mehan pêş niha daye. Têde weke ‘Gef li min tên kirin, ezê bêm derb kirin’ weke vê nivisiye. Ji ber ku lêpirsînek pêwiste bê vekirin ku Wezîrê karên Hindir ji kar bê girtin.”