Tîryakî: Me hilbijêrên xwe yên bê biryar îqna kir
Parlamenterê HDP'ê yê Êlihê Mehmet Şukru Tîryakî diyar kir ku wan xwe gihandine hilbijêrên bêbiryar ên HDP'ê û ew ji hilbijartinên Stenbolê re amade ne.
Parlamenterê HDP'ê yê Êlihê Mehmet Şukru Tîryakî diyar kir ku wan xwe gihandine hilbijêrên bêbiryar ên HDP'ê û ew ji hilbijartinên Stenbolê re amade ne.
Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) di hilbijartinên xwecihî yên 31'ê Adarê de ji bo Şaredariya Bajarê Mezin a Stenbolê namzet nîşan neda û piştgirî dabû Ekrem Îmamoglû.
HDP'ê stratejiya xwe bi gotina 'Ne ji bo hilbijartinê, ji bo pêvajoyê' pênase kiribû û diyar kiribû ku wê heman stratejiyê 23'ê Hezîranê jî bidomîne.
HDP bi 50 parlamenterên xwe li Stenbolê ji bo hilbijartinê dixebite. Parlamenterê HDP'ê yê Êlihê Mehmet Şukru Tîryakî der barê karên xwe de yên li Stenbolê ji ANF'ê re axivî.
Tîryakî anî ziman, mîna çar bajarên din li Stenbolê jî dengên HDP'ê bandor li encamên hilbijartinê dike û bi bîr xist ku HDP li Stenbolê xwedî yek milyon û du sed hezar dengan e.
Tîryakî got, "Me bi taybetî hewl dan xwe bigihînin hilbijêrên bêbiryar. Bi xwegihandina van hilbijêrên xwe em pê piştrast in ku em ê di hilbijartina Stenbolê de ferqeke mezin derxînin holê. Tevî pêncî wekîlên xwe em li her navçe, komele, tax, kolanan ji bo hilbijartinê kar dikin."
Tîryakî bal kişand ser dek û dolabên AKP'ê yên di hilbijartinê de û destnîşan kir, tevî vê yekê jî wê AKP di vê hilbijartinê de careke din têk biçe.
Tîryakî got, "Em ê tevî partiyên din ên mûxalîf karê xwe heta roja dawî bidomînin."