Tirkiyeyê gaza Sarîn daye El Nusra
Derket holê ku madeya xam a gaza Sarîn a li Sûriyeyê bû sedema mirina bi hezaran kesan di kontrola dewleta Tirk de bi agahiya emniyet û îstixbaratê ji El Nusra û Ahrar-ı Şam a li Sûriyeyê re hatiye şandin.

Parlamenterên CHP’ê yên Stenbolê Eren Erdem û Alî Şeker naveroka doza ku sala 2013’an der barê 13 gumanbarên El Nusra de ji aliyê Dadgeha Cezayê Giran a Edeneyê ve hatibû vekirin ji çapemeniyê re aşkera kirin. Parlamenteran diyar kirin ku ev îdîaname belgeya sûcê şerekî ye yê di nav sînorên Komara Tirkiyeyê de hatiye kirin.
Hat zanîn ku madeya xam a di çêkirina gaza Sarîn de tê bikaranîn bi agahiya dewleta Tirk ji Tirkiyeyê derbasî Sûriye bûye.
Ev rastî di îdîanameya doza sala 2013’an têkildarî Ahrar-i Şam û El Nusra yên têkiliya wan bi El Qaîde re hene hatibû vekirin û bi awayekî bilez bi biryara neşopandinê hatibû girtin derket holê.
Parlamenterên CHP’ê yên Stenbolê Eren Erdem û Alî Şeker ên gihiştin îdîanameyê, agahî li Avahiya CHP’ê ya Stenbolê bi çapemeniyê re parve kirin.
Di îdîanameyê de axaftinên bi rêya telefonan a çeteyên El Nusra diyar dibe ku madeya xam a kîmyewî di kontrola dewletê de, bi agahiya emniyeta Tirk û îstixbaratê ku hatiye derbaskirin.
Parlamenter Şeker diyar kir ku her çiqasî hikûmeta AKP’ê diyar dike ku der barê rêxistinên ‘teror’ê de lêpirsînên pêwîst tên kirin jî di dosyayeke wiha de ku kes nehatiye girtin mirovan dide fikirandin.
Parlamenterê CHP’ê Eren Erdem ê îdîanameya di destê xwe de nîşan da got: “Ev îdîaname belgeya sûcê şerekî ye yê di nav sînorên Komara Tirkiyeyê de hatiye kirin.”
Erdem, destnîşan kir ku pêwîst e Wezîrê Karên Hundir û Serokwezîrê wê demê têkildarî vê mijarê mecbûr in hesab bidin û raya giştî ronî bikin.