Tirkiye û DYA li ser Minbicê ‘bi nexşerêyekê’ li hev kirine
Di daxuyaniya hevpar a piştî hevdîtina wezîrên Karê Derve yên Tirkiye û DYA’yê ya li Wahîngtonê hate kirin de, hate ragihandin ku di mijara Minbicê de li ser nexşerêyekê li hev kirine.
Di daxuyaniya hevpar a piştî hevdîtina wezîrên Karê Derve yên Tirkiye û DYA’yê ya li Wahîngtonê hate kirin de, hate ragihandin ku di mijara Minbicê de li ser nexşerêyekê li hev kirine.
Di daxuyaniya hevpar de Wezîrê Karê Derve yê Tirkiye Mevlut Çavûşoglû têkildarî detayên mijara Minbicê agahî parve nekir, diyar kir ku di mijara Sûriyeyê de wê xebatên Koma Xebatên Hevpar bidominin.
Di daxuyaniyê de ev tişt hate gotin: “Her du wezîr, li ser mijara Koma Xebatên Hevpar ên li ser Sûriyeyê, ji bo aramî û ewlekariya Minbicê, di warê gav avêtinê de, di mijarên li ser berjewendiyên hevpar ên Sûriyeyê de, têkildarî siberoja hevpar a dualî pêşniyar hatine nirxandin. Wezîr, li ser vî bingehî li ser nexşerêyê li hev kiriye û têkildarî şopandina bûyerên li qadê rû didin jî ji bo bi awayekî mutabakat bê kirin, di warê pêkanîna nexşeyê de, bal hatiye kişandina ser lixwegirinê hevpar.”
Li gorî Wezîrê Karê Derve yê Tirkiye, wê ewlekariya Minbicê ji aliyê leşkerên Amerîka û Tirk ve bê kirin.
Di daxuyaniya hevpar de têkildarî vê mijarê agahiyên berfireh nehate dayîn, Koma Xebatê hema piştî hevdîtina herdu wezîran û şûnde li hev civiyan e. Her çendî mîna ku dewleta Tirk îdîda dike be jî, ji bo ketina meryetê ya mijarên qaşo ew dibêjin wan li ser ‘lihev’ kiriye, hate diyarkirin ku wê dîrokek bê diyarkirin.