Tirkiye, Rûsya û Îran wê li Stenbolê li hev bicivin

Serokdewletê Rûsyayê Vladîmîr Pûtîn bi rêya telefonê bi hempîşeyê xwe yê Tirk Recep Tayyîp Erdogan re axivî.

Li gorî daxuyaniya Serokkomariya Tirk, Pûtîn û Erdogan piştî Soçî li hev kirin ku di civîneke din a bilind de li hev rûnên. Hat ragihandin, civîn wê di navbera Tirkiye, Rûsya û Îranê de pêk were. Dema lidarketina civînê hê ne zelal e.

Berdevkê Kremlînê Dmîtrî Peskov ji ajansa nûçeyan a Rûs Rîa Novostî re axivî û got, "Li ser hevdîtina hersê serokdewletan axaftin hate kirin. Demek ji bo vê civînê nehat diyarkirin."

Rêveberên Rûsya, Îran û Tirkiyeyê meha Mijdarê li Soçiyê li hev civiyabûn. Piştî vê civînê di dawiya meha Çileyê de li Soçiyê Kongreya Diyaloga Neteweyî ya Sûriyeyê pêk hatibû.

Ji ber êrîşên li ser Efrînê Kurdan red kiribûn ku tevlî kongreyê bibin û Rûsya ji êrîşên Tirkiyeyê berpirsyar dîtibûn ku qada hewayî ya Sûriyeyê lê vekiriye. Di dawiyê de li Soçiyê ti encam derneket.