Tirkiye ku li derveyî qada navneteweyî ma, çû ser xeta Avrasya

Endamê Konseya Rêveber a KCK'ê Riza Altûn destnîşan kir, ku rejîma Tirk a li derveyî qada navneteweyî hate hiştin, ketiye ser xeta Avrasyayê.

Endamê Konseya Rêveber a KCK'ê Riza Altûn ji rojnameya Yenî Ozgur Polîtîka re axivî û rewşa li Rojhilata Navîn, bi taybetî danûstandinên Tirkiyeyê yên bi Îran û Rûsyayê yên ji bo dijminatiya li Kurdan, nirxand.

HEWL TÊ DAYIN KU BI DESTÊ DYA LI DIJÎ ÎRANÊ BLOKEK BÊ AVAKIRIN

Altûn bi bîr xist, ku Serokê Dewletên Yekbûyî yên Amerîka Donald Trûmp di dema hilbijartinê de soz da bû ku di polîtîkaya xwe ya li Rojhilata Navîn de wê guhertinan bike û got, "Bi vê guhertinê re Îran dikir hedef. Soz dida ku wê polîtîkaya rêveberiya Obama ya li ser Îranê biguherîne. Ev yek di gotinê de nehişt. Trûmp kengî bû desthilatdar, yekser helwest li hemberî Îranê nîşan da û hin têkiliyên herêmî di vî warî de afirand. Ev têkilî jî weke helwestek ji bo avakirina blokek li dijî Îranê dikare bê nirxandin."

DYA DIXWAZE LI ÎRANÊ REJÎM BÊ GUHERTIN

Riza Altûn anî ziman, ku Amerîka dixwaze li Îranê rejîm bê guhertin, vê yekê esas digire û wiha dewam kir: "Beriya niha bi demeke kin li ser vê mijarê daxuyanî dan û gotin, 'Armanca me guhertina rejîmê ye'. Li Rojhilata Navîn, blokeke li dijî Îranê ya xwe dispêre Ereban heye. Ev blok helwestê li dijî Îranê nîşan dide. Hem li Sûriyeyê, hem jî li Iraqê, DYA û hin hêzên herêmî ji bo şikandina bandora Îranê hin hewldanan dikin. Li dijî Îranê konsepteke cidî tê avakirin. Ev konsept ji bo kêmkirina hegemonya Îranê ya li Rojhilata Navîn e. Bi vê yekê re eger karibin dixwazin rejîmê biguherînin û Îranê tevlî sîstema heyî ya Rojhilata Navîn ya jî entegreyî sîstema cîhanê bikin."

Altûn diyar kir, ku tê payin di nakokiya DYA-Îranê û nakokiya hêzên Rojhilata Navîn-Îranê di dema pêş de hin bûyer biqewimin û got, "Ji ber ku îro bi giranî Sûriye di rojevê de ye, hevsengiya hêzên li Sûriyeyê şert û mercên heyî diyar dike, wekî din li Iraqê operasyona Mûsilê û operasyonên mîna wê tên meşandin, ev mijar zêde nakeve rojevê. Lê belê, dema ku ji van cihan encamek derket holê, wê Îran bibe rojev û Îran yekser bibe hedef."

TIRKIYE ÊDÎ WELATEKÎ BI TENÊ YE

Li ser rewşa Tirkiyeyê ya di nava van têkiliyên Rojhilata Navîn de Altûn ev nirxandin kir: "Tirkiyeyê di krîza Rojhilata Navîn de ket ser rêyeke ne diyar. Siyaseta Tirkiyeyê ya di vî warî de îflas kir. Têkçûna tifaqa Tirkiye-Siûdî-Qatarê, têkçûna aktorên siyasî û leşkerî yên mîna DAIŞ û Nûsrayê, Tirkiye ji aliyê siyasî ve bi temamî li bin ket. Ev yek bû sedem ku hem li qada navneteweyî, hem jî li Rojhilata Navîn ji aliyê siyasî û dîplomatîk ve îflas bike. Tirkiye di vê mijarê de gelekî bi tenê ma. Di destpêkê de hewl da bi Rûsyayê re dikeve nava nakokiyan û bi vî rengî ji xwe re cihekî peyda bike. Dema ku ev bi ser nexist, li Rûsyayê vegeriya û vê carê hewl da pê re tifaqê bike. Tirkiye li Rojhilata Navîn gelekî bi tenê maye. Li Rojhilata Navîn kêm hêz man e ku bi Tirkiyeyê re têkiliyeke xwe ya stratejîk an jî taktîkî heye. Ji bilî Qatarê ya jî hin hêzên cuda, tifaqeke xwe nîne. Bi giranî, bi têkiliyên bi hêzên weke DAIŞ, Nûsra, hêzên Îslamî yên radîkal, ya jî hêzên Îslamî yên selefî hewl dide siyasetê bike. Ev yek jî gihîştiye wê radeyê ku nema dikare bê meşandin.

Hewl dide siyaseteke ku xwe dispêre Birayên Misilman, Nûsra, DAIŞ'ê bimeşîne. Piştî ku dît bi vê yekê re nikare bi pêş ve biçe, gelekî bi tenê ma. Niha ji bilî Qatarê ti hevalbendekî xwe nîne. Têkiliyên bi Amerîka û Ewropayê re gihîştiye asta qutbûnê."

Riza Altûn destnîşan kir, ku Tirkiye li derve hatiye hiştin û wiha dewam kir: "Ji ber vê dervehiştinê hewl dide têkiliyên xwe yên bi Rûsyayê re baş bike; bi giranî xwe nêzî stratejiya Avrasyayê dike û ji xwe re li cihekî digere. Ji aliyekî ve vê yekê li hemberî cîhana Rojava weke şantajekê bi kar tîne û dixwaze rewşa xwe ewle bike. Lê belê, ji ber ku ev şantaj bi kêr nehat, têkiliyên xwe yên bi Rûsyayê re kûr kir û ket ser xeta Avrasyayê. Bi awayekî vekirî tê dîtin ku çûye ser vê xetê."

Altûn kirîna fuzeyan ji Rûsyayê û bûyerên mîna wê bi bîr xist û got, "Ev tiştên girîng in. Di vir de rewşeke ji şantajê wêdetir heye. Êdî di nava van têkiliyan de ji xwe re li cihekî digere. Rûsya û Îran vê rewşa Tirkiyeyê baş bi kar tînin. Li pêş çavan e ku timî hewl didin Tirkiyeyê ber bi aliyê xwe ve bikişînin. Rûsya vê yekê bi awayekî vekirî dike. Îran hewl dide ji vê encamê sûdê werbigire."

PIŞTÎ ŞOREŞÊ YEKEMCAR SEROKÊ FERMANDARIYA GIŞTÎ YA ARTÊŞA ÎRANÊ ÇÛ TIRKIYEYÊ

Endamê Konseya Rêveber a KCK'ê Riza Altûn işaret bi danûstandinên dema dawî yên navbera Tirkiye û Îranê kir û got, Tirkiye û Îran guhertinên herêmî ji bo xwe xetere dibînin, lewma her du welat bi hev re tevdigerin.

Altûn bi bîr xist, ku meseleya Kurd hem ji bo Tirkiyeyê hem jî ji bo Îranê pirsgirêkeke bingehîn e û wiha dewam kir: "Doza Kurd li Başûrê Kurdistanê bi qismî, li Rojavayê Kurdistanê jî ber bi çareseriyê ve diçe. Di rewşeke bi vî rengî de dibe ku her du welatên navborî pêwîstiyê pê bibînin ku bi hev re tevbigerin. Aliyê xetere yê mijarê di vir de ye; Ji ber vê yekê divê têkiliyên navbera Tirkiye û Îranê girîng werin dîtin."

Altûn da zanîn, ku ji şoreşê û vir ve yekemcar e Serokê Fermandariya Giştî ya Artêşa Îranê çûye Îranê, ev yek girîng e û got, "Ev têkilî dibe ku di dema pêş de rê li ber krîzeke nû veke. Lazim e ev yek weke lêgerîneke nû ya stratejîk a tevgera bi hev re bê dîtin. Hem di hasta herêmî de, hem jî li qada Rojhilata Navîn ev şêweyê têkiliyê, xetere ye. Li hemberî lêgerîna azadiyê ya Kurdan, dibe ku her du dewlet nêzîkatiyên xwe yên înkarkirinê bikin yek û hewl bidin pêşî li azadiya Kurdan bigirin."

HEVKARIYA BI TIRKIYEYÊ RE JI BO ÎRANÊ GELEKÎ BI RÎSK E

Altûn diyar kir, Tirkiye di mijara doza Kurd de înkarê esas digire, hemû siyaseta xwe li ser înkarkirina Kurdan daye rûniştandin û got, "Ji bo statuyek ji Kurdan re neyê dayin, Tirkiye amade ye bi her awayî têkilî û tifaqan bike. Ji ber ku stratejiya xwe li ser vê ava kiriye. Lê belê meseleya Îranê hinekî cuda ye. Dema ku mirov rewşa Îranê ya li herêmê, rewşa wê ya navxweyî, pozîsyona Îranê ya li Iraq û Sûriyeyê binirxînin, wê were dîtin ku ege Îran bi hêzeke ku ewçend bi tundî Kurdan înkar dike bikeve nava tifaqeke stratejîk, wê Îranê bike hedefa bingehîn... Lewma ev yek ji bo Îranê dibe ku xefikek be. Yanî dibe ku Tirkiye bi tifaqa bi Îranê re hemû nerazîbûnan bikişîne ser Îranê û Îranê bike hedefa bingehîn."

Altûn destnîşan kir, ku ev rewş ji bo Îranê gelekî bi rîsk e û got, "Eger li operasyoneke hevpar a li dijî PKK'ê difikre, eger li ser bingeha tifaqa TC-Îranê re li dijî Rojava li operasyonekê difikire, divê encamên vê yekê baş hesab bike. Mîna ku Serokkomar dibêje, eger çavê wan li operasyoneke havpar a li dijî Qendîl an jî operasyonên wîna wê ye, divê zanibe ku eger piştî operasyoneke bi vî rengî Tirkiye xwe vekişîne, wê Îran li navenda şer biçike. Divê hesab bike ku Tirkiye dikar xwe vekişîne û hewl bide bi destê Îranê dijminatiya li Kurdan li gelemperiya Rojhilata Navîn belav bike."

Altûn destnîşan kir, ku eger tiştekî bi vî rengî bibe, bê guman wê li hemberî vê yekê şerekî parastinê jî rû bide.