'Ti qîmeta daxuyaniya Bozdag nîne'

Endamê Şandeya HDP’ê ya Îmraliyê Balûken, têkildarî daxuyaniya Wezîrê Edelatê ya der barê Ocalan de got, ‘’li dijî hesasiyeta civakî ya ku zêde dibe, hewldana pêşgiriyê’’ ye û diyar kir, ‘’Em jî û gelê me jî ti qîmetê bi vê daxuyaniyê nadin’’

Beriya girêva birçîbûnê ya bê dem û bê dorveger ya ku 50 siyasetmedarên Kurd sibehî wê li Amedê dest pê bike, Wezîrê Edelatê Bozdag got, ‘’Ez vê pir bi zelalî bibêjim, têkildarî ewlekariya Abdullah Ocalan ti problem nîn e. Li wê derê pêşgiriyên ewlekariyê di asta herî bilind de ye, piştî 15’ê Tîrmehê têkildarî ewlekariya girtîgehê tevdîr dîsa ji ber çavan hatin derbas kirin.’’ Endamê Şandeya HDP’ê ya Imraliyê, Serekwekîlê Komê Idrîs Balûken got, ‘’Daxuyaniyên Wezîrê Edelatê got ’li dijî hesasiyeta civakî ya ku zêde dibe, hewldana pêşgiriyê’

‘DI MIJARA DE TI INSIYATÎVEK NÎN E’

Balûken bi bîr xist, piştî hewldana darbeyê 15’ê Tîrmehê wan bi Bekîr Bozdag re hevdîtinek kiriye û wiha got: ‘’Yekî wiha ye ku di hevdîtina me piştî hewldana darbeyê de, ya piştî 15’ê Tîrmehê, d mijareke ew çend însanî de ku me xwest bi Birêz Ocalan re hevdînekê bikin, got, ez ê li we vegerim lê piştre jî ti çareseriyê bi xwe re nayîne. Yekî wiha ye ku digot, di mijara Îmraliyê de ti însîyatîvek nîn e û ‘’Divê di asta herî jor de ev were nîqaşkirin’’. Ev nêzîkî 3 hefteyan e ku em dixwazin têkildarî Ocalan agahiyê bistînin lê bersivê nade telefonên me. Di rewşeke wiha de, ne gelê Kurd, ne kesên ku li Tirkiyê li aştiyê guhdêr in wê ti qîmetê nede gotinên ne cidî yên kesekî ku bêînsîyativiya wî derketiye holê.’’

DAXWAZ ZELAL IN

Balûken got, daxwaza ew e ku, ‘Ji malbat, parêzer, şandeyeke siyasî yan jî serbxwe bila nûnerek bi hev re biçin giravê, rewşa ewlekariya jiyanê ya Ocalan, şertên wî yên tê de tespîtan di cih de bikin.’’

Balûken bal kişande ser gotinên Bînalî Yidirim ku digot, ‘’Çareserî mareserî nîn e’’ û wiha got: ‘’Bekîr Bozdag endamê wê qebîneyê ye ku dibêje ‘’çareserî mareserî nîn e’ wezîrê hikûmeteke wiha ye ku metirsiyên me yên têkildarî tecrîda dij mirovî ya li Îmraliyê aniye asteke wiha ku ji ewlekariya jiyanê ya Ocalan em bikevin fikaran.’’

 ‘VÊ HIKÛMETÊ DIJMINATIYA LI KURDAN XISTIYE ARMANCA XWE’

Balûken operasyona Cerablûsê bi bîr xist û wiha anî ziman: ‘’Vê hikûmetê hem li derve û hem jî li hundir, dema ku mirov li operasyona Cerablûsê jî difikire, dijminatiya li Kurdan kiriye armanca xwe ya sereke. Daxuyaniyeke hikûmeteke wiha yan jî wezîrekî wê ji hêla partiya me , gelê me ve wê ti bawerî pê neyê anîn û ti qîmet pê neyê dayin.’’ Balûken diyar kir, bi tevlîbûna gel jî wê pêvajoyeke nû ya têkoşînê were destpêkirin û got, ‘’Heya ku şandeyek neçe Îmraliyê ku hem di qada navnetewî de hem jî di qada netewî de lê tê xwedî derketin, heya ku şandeyek neçe Îmraliyê û hevdîtinê pêk neyîne û ji vê daxwazê wê gaveke bi paş ve neyê avêtin.’’

Ji 5’ê Nîsana 2015’an ve bi Abdullah Ocalan re hevdîtin pêk nehatiye. Hevdîtina dawî Şandeya Îmraliyê kir. Parêzerên wî ji Tîrmeha 2011’an ve malbat jî ji 2015’an meha Cotmehê ve bi destûr nayê dayîn ku hevdîtinê bikin.

50 SIYASETMEDAR WÊ SIBE HEVDÎTINÊ BIKE

15’ê Tîmehê derxistibû holê ku komek darbekar çûne Girava Îmraliyê û hatine bêbandorkirin. Ji ber ku daxwaza hevdîtina bi Ocalan re pêk nehat, 50 siyasetmedarên Kurd sibe li bînahiya DBP’ê ya Amedê wê dest bi girêva birçîbûnê bikin.