Ti ji sîxurên MÎT'ê yên li Elmanyayê nehatine cezakirin

Li Elmanyayê, ku 6 hezar sîxurên MÎT'ê lê hene û bi rengekî çalak dixebitin, lêpirsînên li sîxurên Tirk hatine vekirin tenê sembolîk in.

Hikumetê ragihandin, ku ji lêpirsînên di nava 5 salên dawî de li 19 endamên MÎT'ê hatin vekirin, ti encam derneketiye û di skandala serkomîser Dondu Yazgan de ku sîxura MÎT'ê ye, berpirsyarî xist sutyê Eyaleta Hessenê.

Roja 30'ê Tebaxê, rojnameya "Welat am Sonntag" ragihandibû ku serkomîsereke bi eslê xwe Tirk a li Eyaleta Hessenê wezîfedar e, gelek caran bi sîxurên MÎT'ê yên li Elmanyayê re radibe û rûdinê û ev serkomîser ketiye ber lêpirsînê.

Rojnameya Elman bi navekî kod, bal kişandibû ser vê sîxurê. ANF'ê, di 31'ê Tîrmehê de eşkere kiribû ku ev serkomîser Dondu Yazgan e û herî dawî li bajarê Wîesbadenê di beşa "polîsê ahengiyê" de wezîfedar e.

Koma Partiya Çep a li Meclîsa Federal, mijara sîxurên MÎT'ê yên ji bo desthilatdariya AKP'ê li Elmanyayê dixebitin, bi taybetî Dondu Yazgan di meha Tebaxê de xist rojeva Meclîsa Federal. Bi vê armancê Partiya Çep pêşnûme pirs pêşkêş kir, lê hikumeta federal bersiveke têrker neda pirsan.

PIRS BÊ BERSIV MAN!

Di bersivê de ku 23'ê Cotmehê hate dayin, hikumetê îdîa kir ku wan agahiyên li ser Yazgan ji çapemeniyê bihîstine û berpirsyarî xist stuyê Eyaleta Hessenê. Hikumetê ragihand, ku mijar di berpirsyariya Eyaleta Hessenê de ye ku Yazgan lê wezîfedar e. Li ser pirsa "Yazgan roja 22'ê Tîrmehê li Bremenê bi endamê JÎTM'ê Abdullah Agar re hevdîtin kiriye" ku ANF'ê ev xist rojevê, bersiva "Di vê mijarê de agahiyek li ber destê me nîne" hate dayin.

Ji bo mijara "MÎT'ê hewl da endamên xwe bixe nava rêxistina emniyet Elman û saziya îstîxbaratê Rêxistina Parastina Destûra Bingehîn" hikkumetê bi gotina "sira dewletê ye" bersiv neda. Beriya niha çapemeniya Elman û pisporên îstîxbaratê bal kişandin ser hebûna 6 hezar sîxurên MÎT'ê yên li Elmanyayê. Hikumeta federal ev hejmar piştrast nekir.

DI LÊPIRSÎNAN DE TI ENDAMÊN MÎT'Ê NEHATINE CEZAKIRIN!

Hikumetê ragihand, ku Serdozgeriya Federal a Elman di nava pênc salên dawî de bi gumana ku sîxurî ji MÎT'ê re kirine, der barê 19 kesan de lêpirsîn daye destpêkirin. Di bersivê de hat gotin ku çar ji van lêpirsînan çûne ber destê dadgeriyê, lê ceza li ti ji van nehatiye birîn.

Hat ragihandin, ku ji destpêka sala 2017'an û vir ve 11 lêpirsîn li endamên MÎT'ê hatine vekirin. Hejmara lêpirsînên li xebatkarên rêxistinên din ên îstîxbaratê bi giştî 21 ye. Lewma hate tespîtkirin ku yek ji her du kesên sîxurên biyanî yên li Elmanyayê, endamê MÎT'ê ye.

Li gorî bersiva ji 12 rûpelan a di destê ANF'ê de ye, Tirkiyeyê her wiha îsal ji Wezareta Edaletê ya Elman di 162 dosyayan de alîkarî xwestiye û xwestiye 57 kes bên radestkirin.