Şaredarê bajaroka Pirxus ya naçveya Xelat ya Bedlîsê Mehmet Demîr li nexweşxaneya ku dihat dermankirin jiyana xwe ji dest da. BDP’ê ji malbata Demîr re sersaxî xwest.
Şaredarê Pirxus ya navçeya Xelat ya Bedlîsê yê BDP’î Mehmet Demîr li Stenbolê li nexweşxaneya ku dihat dermankirin jiyana xwe ji dest da. Demîrê 66 salî ku nexweşiya wî ya bêhndan û girtinê, bronşit û dil hebû ev salek bû dihat derman kirin. Herî dawî ji bo tedawiyê Stenbolê. Cenaze sibê li bajarokê tê definkirin.
Demîr ku 66 salî û bavê 12 zarokan bû di 29’ê Adara 2009’an de hatibû hilbijartin.
Hevserokên BDP’ê Gultan Kişanak û Selehattîn Demîrtaş di derbarê Mehmet Demîr de daxuyaniyek dan û xemgiyaniya xwe anîn ziman.
Di daxuyaniyê de wiha hat gotin:
Birêz Demîr ji 2009’an de hata niha peywira xwe didomand. Xizmeteke gelek girîng meşand. Xwe gihan alîkariya hemû kesî û hezikirina gel qezenc kir. Mixabin bi nexweşiyeke giran ket û ji nava me veqetiya. Em rehmetê lê dikin û bila serê malbat û gelê Pirxusê sax be.”