Rayedarên AKP’ê daxuyaniyên balkêş derbarê komkujiya li Parîsê ku di encamê de sê jinên Kurd ên siyasetmedar hatin qetilkirin de didin. Alîkarê Serokê Giştî yê AKP’ê Mehmet Alî Şahîn da zanîn ku dibe bûyerên weke yên li Parîsê, li Almanyayê jî biqewime.
Alîkarê Serokê AKP’ê Mehmet Alî Şahîn, li Karabukê derbarê komkujiya Parîsê ya 9’ê çileyê qewimî û di encamê de ji damezrênerên PKK’ê Sakîne Cansiz, nunera KNK’ê ya Parîsê Fîdan Dogan û endama tevgera ciwanan Leyla Şaylemez jiyana xwe ji dest dan, axivî û diyar kir ku li Tirkiyeyê pêvajoyek ku dê heta çekdanînê bidome hatiye destpêkirin. Şahîn qetilkirina sê jinên Kurd ên siyasetmedar weke “sabotekirina pêvajoyê” bi nav kir.
Her wiha Şahîn da zanîn ku dibe bûyerên weke ya li Parîsê li Almanyayê jî biqewimin.