Tevlîbûna AKEE ya bernameya CDÛ

Yekîtiya Karsazên Kurd ên li Ewropa (AKEE) tevlî bernama "axaftina havînê" ya partiya CDÛ fraksyona Frankfûrtê bû.

Bernameya ku Şaredar Birêz Uwe Becker û Wekîla herêma Frankfûrtê û namzeta meclîsê ya Berlînê Birêz Bettîna Wiesmann jî di nav de bi sedan kes tevlî bûn.

Birêz Riza Celîk û Birêz Leylan Ûca yên ku li ser avê Yekîtiya Karsazên Kurd ên li Ewropa (AKEE)  tevlî bernameyê bûn û ji aliyê rêveberê fraksyona Partiya Demokratîk a Xiristiyanan (CDÛ) ya Frankfûrtê Birêz Mîchael Zû Lowensteîn ve hatin pêşwazî kirin. Di bernameyê de Birêz Zû Lowensteîn axivî û diyar kir ku fraksyona CDÛ Frankfûrt û AKEE danûstandinên xwe hîn xurtir bikin û di demê pêş de hevditinên cuda pêk bînin.