TEV-DEM û Partiya Çep lihev civiyan

TEV-DEM û Partiya Çep lihev civiyan

Şandeya Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM), Partiya Çep a Kurd, li babajrê Qamişlo civînek lidar xistin, geşdanên dawî û projeya rêvebiriya demî nirixandin.

Bi armanca nirxandina geşedanên dawiyê li Rojavayê Kurdistanê, projeya rêvebiriya demî, di navebera TEV-DEM, Partiya Çep a Kurd li bajarê Qamişlo civînek hate lidar xistin. Di civînê endamên Desteya Kurd a  Bilind Aldar Xelîl, Îlham Ehmed, Sînem Mihemed  û endamên Komîteya têkiliyên diplomasî Xedîce Brahîm û Ebdilkerîm Umer, Partiya Çep a Kurd li Sûriyê jî sekreterê Partiyê Mihemedê Mûsê, endamên buroya siyasî Mihemed Salih Ebdo, Şêxmûs Mihemed Mûsa û endamê Komîta navendî Mehmûd Mela beşdarî civînê bûn. Civîn ji çapemeniyê girtî hate pêkanîn.

Piştî civînê herû aliyan daxuyaniyeke nivîskî weşandin. Di daxuyaniyê de hate destnîşan kirin ku herdû aliyan di civîna xwe de der barê xebatên Desteya Bilind a Kurd û rêvebiya demî de nirxandinên girîng kirine.

Her wiha di daxuyaniyê de hate destnîşan kirin, ku her dû aliyan bal kişandiye ser berxwedana Yekîneyên Parastina Gel (YPG) û diyar kirine ku YPG'ê hêza rewa ya parastina hemû pêkhateyên Rojavayê Kurdistanê ye.