Erciyes: Rewşa Rêbertiya me yekemîn rojev û hinceta têkoşîna me ye. Li ser vî esasî divê tevahî gelê Kurd û her kesên ku alîgirên aştiyê ne, heta agahî ji Rêbertiyê bê wergirtin bikevin nav çalakiyan û çi ji destan tê bike.
RUHAL NÜRİ
BEHDÎNAN
şemî, 3 rezberê 2016, 07:01
Endama Koordînasyona KJK’ê Emîne Erciyes diyar kir ku rewşa Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan yekemîn rojev û hinceta têkoşîna wan e û ev bang kir: “Li ser vî esasî divê tevahî gelê Kurd û her kesên ku alîgirên aştiyê ne, heta agahî ji Rêbertiyê bê wergirtin bikevin nav çalakiyan û çi ji destan tê bike.”
Endama Koordînasyona KJK’ê Emîne Erciyes ji ANF’ê re nirxandin kirin û bal kişand ser êrîşên li dijî çapemeniya azad a li başûr û bakurê Kurdistanê.
‘FIKARÊN ME GIHIŞTINE LÛTKEYÊ’
Erciyes di destpêka axaftina xwe de got, “Rewşa Rêbertiya me yekemîn rojev û hinceta têkoşîna me ye” û bi bîr xist ku ji 5’ê Nîsana 2015’an û vir ve ji Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan tê agahî nayê girtin û wiha dewam kir, “AKP, wê demê dît ku nîqaşên hevdîtin û muzakereyên bi Rêbertî re dibe bingehê aştiya gelên Kurdistan û Tirkiyey û ev jî Rêbertiya me di nav civaka Tirkiyeyê de rewa dike. Civaka Tirkiyeyê ya ronîbûyî bi sempatiyek mezin nêzî Rêbertî û tevgera me bûye. Ev jî dihat wateya deşîfrebûna AKP’ê. Heta beriya hilbijartinên 7’ê Hezîranê hewl da şer hê kûrtir bike û bingehê vê hilbijartinê provoke bike. Armanca êrîşa bombeyî ya 5’ê Hezîranê li dijî mîtînga HDP’ê ya li Amedê pêk anîn jî ev bû. Dixwest beriya encamên serkeftina HDP’ê derkeve, provokasyonê bike. Ji bo beriya vê jî ji ber hevdîtin sekinîbûn, sedema şer a esasî derketibû holê. Lê, tevgera me bi aqlê selîm ve atmosfera siyasal a wê bi hilbijartinan derketa holê, girîng dît. Encamên siyasî dikarî aştî xurt bikira û hevdîtinên bi Rêbertî re dewam bikirana. Eger nebûya, wê demê rûya rast ê AKP’ê wê bida der. Jixwe wisa jî bû, niyeta AKP’ê ne aştî, tasfiye û şer bû.”
Erciyes destnîşan kir ku piştî pêvajoya darbeyê rewşa Rêbertî hem wan hem jî gelê Kurd xistiye nav fikaran û wiha domand; “Tên nîqaşkirin ku yek ji hedefên darbekaran jî Rêbertî bû, fermandarê Îmraliyê jî darbekar bû û hwd. Tiştê ku ev dewlet aniye asta darbeyê sepanînên li dijî têkoşîna azadiyê û hilweşîne. Yên pêşengtî ji darbeyê re kirine, ew kesên ku herî zêde li dijî me şer kirine. Lewre jî pir zelal e ku yek ji hedefên darbeyê jî Rêbertî ye. Armancên darbekaran jî gel bi hevûdu dana şikandin e, tevlîhevî ye. Em li beramberî vê rewşa Rêbertî bi baldarî dinirxînin. Fikarên me gihiştine lûtkeyê. Li ser vî esasî hişyarî û daxuyaniyên tevgerê çêbûn. Gerîla, ji ber agahî ji Rêbertî nayê girtin, çalakiyên xwe zêde kirine. Gel, li çar parçeyên Kurdistanê û li derveyî welat di nav çalakiyan de ye. Li Ewropayê Meclîsa Şengalê dest bi greva birçîbûnê kiriye. Lê dewletê ti gav navêtin. Herî dawî jî HDP’ê biryara greva birçîbûnê girt. Ev jî asta nerehetiya ku tevahî civaka Kurdistanê û eniya demokrasiyê ya Tirkiyeyê gihiştiyê nîşan dide. Çalakiyên gel, pêşengên gel ên hilbijartî xistine nav tevgerê. Li ser vî esasî divê tevahî gelê Kurd û her kesên ku alîgirên aştiyê ne heta agahî ji Rêbertiyê bê wergirtin bikevin nav çalakiyan û çi ji destan tê bike.”
‘AZADÎ DI DEST JINÊN BERXWEDÊR DE YE’
Endama Koordînasyona KJK’ê Emîne Erciyes anî ziman ku li dijî tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan destpêkê jin ketine nav çalakiyan û wiha dirêjî da axaftina xwe; “Rêbertiyê di tevahî merheleyên têkoşînê de girîngî daye azadiya jinê. Azadiya jinê wek bingehê azadiya civakê ragihandiye. Lewre jî hestiyariya jinan a li beramberî Rêbertiyê, têkîliyên mabeynê pir xurt in. Girêdana jinê ya bi azadiyê, ya bi Rêbertiyê kevneşopiyek mezin a berxwedanê afirandiye. Çalakiyên bi şîara, “Ez xwedî li azadî, ax û Rêbertiya xwe derdikevim” jî yekparebûna têkoşîna azadiyê nîşan dide.”
Erciyes der bir ku azadî bi têkoşînê re gengaz e û wiha pê de çû; “Yê têkoşîna azadiyê fêrî jinan kiriye Rêbertî ye. Eger ne Rêbertî ba, wê têkoşîna azadiya jinê negihiştiba vê merheleyê. Azadî, welat û Rêbertî wisa bi xelekên heqîqetê ve girêdayî ne. “
Endama Koordînasyona KJK’ê Erciyes destnîşan kir ku jin îro çalakiyên xwe hem ji bo nasname hem welat hem jî ji bo Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dimeşînin, bi lêv kir ku pêwîst e çalakî hê mezintir bibin û tevahî jinan bigirin nav xwe û wiha axivî; “Azadî di dest jinên berxwedêr de ye.”
‘AZADIYA TEVAHÎ KURDISTANÊ ŞÊNBER BÛYE’
Endama Koordînasyona KJK’ê Emîne Erciyes, bê ji ber çi gelê Kurd piştî hewldana darbeya 15’ê Tîrmehê bûye hedefa êrîşên faşîzan, çima Tirkiye di bin navê DAÎŞ’ê de hêzên PYD’ê kirin hedef û polîtîkaya Tirkiyeyê ya ji bo Sûriyeyê jî nirxand û wiha axivî; “Esas, em ne bi Erdoganekî xurt, bi yekî ku xwe wek bi hêz e nîşan dide serî li her cure zext, zilm û lîstokan dide re hevrû ne. Piştî hewldana darbeyê, êrîşên li ser saziyên gelê Kurd ên li ser esasê azadiyê ava kirine zêde bûne. Ev jî nîşan dide ku sedema bingehîn a derbeyê, encamek têkoşîna azadiyê ya gelê Kurd e. Kurd niha di demek herî nêzî azadiyê de ne. Sîstem ketiye nav kaosekê, lê gelê Kurd xwe di çi astê de bi rêxistin bike wê ewqasî azadiya xwe garantî bike. Wek şênberiya vê jî dîrok bûye şahidê Şoreşa Rojava. Şoreşa Rojava, ji bo tevahî Kurdan bûye hêvî. Lewre jî gelê Kurd li hemberî êrîşên li dijî Şoreşa Rojava refleksên hevpar nîşan da. Dest bi berxwedanê kir. Rojava bû nuqteya berxwedanê ya ku yekîtiya neteweyî şênber kir. Rojava ne tenê ji bo gelê Kurd, ji bo tevahî Rojhilata Navîn bûye hêviya rizgariyê.”
Erciyes bal kişand ku li beramberî vê daxwaza azadiyê ya bi Şoreşa Rojava re derketiye dijminahiya herî mezin netew dewletên li herêmê yên parçeyên Kurdistanê dagir kirine û PDK a ku xwe mîna projeya netew dewlet a wek alternatîfa Kurdîbûnê hatiye avakirin pêk aniye.
Endama Koordînasyona KJK’ê Erciyes bal kişand ser têkîliya mabeyna Şoreşa Rojava û Şoreşa Bakur û got; “Berxwedanên xwerêveberiyê yên li Bakur, bi tecrube, moral û baweriya ji Şoreşa Rojava hatî girtin hatiye meşandin. Heta avakirina şoreşên Bakur û Rojava hebin, ev wê ji tevahî Kurdan re bibe hêvî. Azadiya Rojava ya hatiye avakirin, Şoreşa Bakur a bingehê xwe saxlem kiriye, azadiya şênber a tevahî Kurdistanê ye. Lewre jî şoreşa Rojava ji dewleta Tirk re bûye mîna fobiyan. Bi taybet jî piştî hewldana darbeyê ev fobî hê mezintir bûye. Bi darbeyê dewlet lewaz bûye, lê berxwedana xwerêveberiya Kurdan, pêşveçûna şoreşa Rojava xurttir bûye.”
Endama Koordînasyona KJK’ê Emîne Erciyes zext û zorên ku ser ragihandina azad pêk tên jî nirxandin, li ser qetilkirina nûçegîhanê Rojnewsê Huseyîn Alî ku ji hêla PDK’ê hate kuştin û girtina rojnameya Ozgur Gundemê ya li Tirkiyeyê axivî.
‘OZGUR GUN TV KIRIN HEDEF’
Erciyes da xuyakirin ku yek ji hêzên esasî ya li dijî faşîzma Erdogan li ber xwe dide jî çapemeniya azad e û wiha dom kir; “Çapemeniya azad rolek pêşengtiyê lîstiyê û dilîze jî. Ev jî çapemeniya azad ji bo sîstemê kiriye hedef. Destpêkê nûçegîhan, rojnamevan hatine girtin û hewlda gefxwarina çapemeniya azad çêbûye. Yek bi yek xebatkarên çapemeniyê hatine hedefkirin û xwestine bingehî sazîbûnê bê qelişandin. Ajans bi çendan caran hatine astengkirin. Piştre jî Ozgur Gundem, dûvre rojnameya Azadiya Welat û herî dawî jî qenala Ozgur Gun TV ji hêla TC’yê hatiye hedefkirin.”
Endama Koordînasyona KJK’ê Erciyes bi bîr xist ku li başûrê Kurdistanê jî nûçegîhanek ji hêla PDK’ê hatiye qetilkirin û wiha berdewam kir; “Jixwe çawa PDK di tevahî polîtîkayên xwe de bi TC ve girêdayiye, li dijî çapemeniya azad jî bi heman ferasetê tevdigere. Ji bo nehêle ji hêla mejî ve gelê başûr ronî bibe, zîhniyetek wisa qetlîamkar şopandiye. Ev jî di esas de nîşane ye ku li başûr şiyarbûnek heye û PDK ji vê ditirse.”
Erciyes der bir ku li dijî van nêzîkatiyên faşîst, di şexsê tevahî rewşenbîrên Tirkiyeyê de hestiyarî û xwedîderketinek li çapemeniya azad derketiye pêş û wiha dirêjî da axaftina xwe; “Di mîtolojiya Yewnan de Promete ji ber agir ji xwedayan didize û ji bo civakê bi kar tîne, li tehtan tê girêdan û bi cezayekî mezin re hevrû dibe. Agir, zanebûn e, ronahî ye. Rêbertiyê wek Prometeyê nûjen ê agir ji serweran didize xwe pênase kiribû. Her kesên ku civakê ronî dikin, dewama ronahiya Promete ne. Wezîfeya rewşenbîr, nivîskar, çapemeniyê jî ew e ku ronahiyê bigihîne civakê, civakê ronî bike. Û êdî agir ji serweran hatiye dizîn. Êdî bê fêde ye ku Promete, rewşenbîr, rojnamevan bên girtin. Çapemeniya azad li ser vî esasî rola xwe lîstiye û dilîze jî. Tiştê ku ji niha û şûn de divê bê kirin jî mirov nehêle agirê ronahiyê bê temirandin û dîsa bê dizîn.”
Endama Koordînasyona KJK’ê Emîne Erciyes di dawiya axaftina xwe de got dixwaze li vir slogana berxwedana Sûrê parve bike û wiha axivî; ‘Teslîmiyet îxanetê, pasîfîzm têkçûnê, berxwedan serkeftinê tîne.” Berxwedêrên li Sûr, Cizîr, Gever, Nisêbîn, Şirnexê têkoşîn dane ber me. Dijmin jî stratejiya xwe li ser esasê pûçkirina vê dirûşmeyê saz kiriye, teslîmgirtin, afirandina xiyanetkaran, pasîfkirin, bêwatekirin. Roj êdî cezakirina xiyanetkaran e, parçekirina ala teslîmbûnê ye û avakirina azadiyê ye. Pêwîst e êdî çalakiyên pasîf, bi xwe nebawer bêne derbaskirin. Divê çalakî li ser dilê dijminên azadiyê rûnin. Gavek ji berxwedanê dûrketin tê wateya qetlîamê. Em dikarin konsepta qetlîamê ya li ser gelê xwe, zihniyeta komployê ya li ser Rêbertiya xwe bi berxwedanê bişkînin. Di van rojan de ku berxwedan nêzî serkeftinê ye, ji bilî teqezkirina serkeftinê ti çareyên me nîne. Kevneşopiyek me ya jina welatparêz heye ku dil daye azadiyê û li ser vî esasî bê fikar têkoşînê mezin dike. Û wê teqez azadiyê ava bike. Li ser vî esasî ez her kesên ku mil dane têkoşîna vê pêvajoyê û bi bawerî têkoşiyane, jinan, ciwanan û tevahî gelê xwe bi rêzdarî silav dikim û serkeftinê dixwazim. Azadî wê teqez a me be.”