Terora polîsên Skoç a li dijî Kurdan
Polîsên Skoç avêtin ser mal û saziyên Kurdan.
Polîsên Skoç avêtin ser mal û saziyên Kurdan.
Li paytexta Skoçya Edînbûrghê, polîsan avêtin ser malên Kurdan. Polîsan avêtin ser mala 5 endamên meclîsa gel û welatparêzan û dest danîn ser pirtûk û pereyê şexsî yê Kurdistaniyan. Polîsan deriyê komeleyê şikandin û dest danîn ser wêne û eşyayan.
Piştî serdegirtinê Kurd li komeleyê li hev civiyan û rewş nirxandin. Kurdan diyar kirin, ku ew ê paş ve gavê neavêjin û xwedî li saziyên xwe derkevin. Kurdan destnîşan kirin, ku polîsên Skoç bi Konsolosxaneya Tİrk re tevdigerin.
CIVÎN
Biryarên di civînê de hatin girtin wiha ne:
"Wê li ber avahiya parlamentê xwepêşandana protestoyî were lidarxistin,
Danê êvarê saet di 18:00 de li avahiya komeleyê civîna çapemeniyê bê lidarxistin,
Roja Şemiyê wê biçin qereqola polîsan a navendî û her kes xwe îxbar bike,
Wê hevdîtin bi parlamenter û sendîkayan re bên kirin,
Weke Civaka Azad a Brîtanyayê têkiliyên derve bên danîn."
Di vê navberê de di dema civînê de polîsan avêtin ser mala endamekî meclîsê.