Terora li ser goristanan hate şermezarkirin
Li Stenbolê partiyên siyasî, rêxistinên civaka Sivîl û rêxistinên baweriyê terora li ser gorên gerîlayan şermezar kirin.
Li Stenbolê partiyên siyasî, rêxistinên civaka Sivîl û rêxistinên baweriyê terora li ser gorên gerîlayan şermezar kirin.
Li Stenbolê êrîşa hêzên dewleta Tirk ên li ser gorên gerîlayên ku şehîd bûne hate şermezarkirin.
Komeleya Piştevanî û Alîkariyê ya Xizmên Nebediyan a Anadoluyê (ANYAKAY-DER), Rêxistina Bajêr a Stenbolê ya HDP'ê, TJA', Kongreya Îslamî ya Demokratîk (DÎK), Komeleya Alimên Dîn (DÎAYDER), nûnerên partî û saziyan, wekîlên HDP'ê û Berdevka DÎK'ê bi hev re êrîşên li ser gorên gerîla şermezar kirin.
Li ser navê ANYAKAY-DER'ê Şeyhmûs Işik axivî. Işik êrîşên hêzên Tirk ên li ser gorên gerîla yên li Wan, Mûş, Farqîn, Colemergê bi bîr xist û got,''Hikûmet zextê li ser malbatan dike, da ku nivîsên Kurdî yên li ser kêlan were rakirin û êrîşê dibe ser goristanan. Balkêş e ku di vê meha Remezanê de van êrîşan tînin.'' Işik got ji hêla hikûmeteke wiha ve ev êrîş têne kirin, ku xwe weke pêgirê nirxê Îslamî nîşan dide û ev nakokiyek e, bang li hikûmeta Tirk kir ku bêyî werfeqa nîjadî, mezhebî, cinsî, ziman û dîn were kirin li gorî qanûnan û nirxên gerdûnî were bicihanîn.
Serokê DÎAYDER'ê Ekrem Boran jî got ne di hiqûqa Îslamê de û ne jî di baweriyên din de êrîşên li ser goristan nîne û got, ''Di şer de dema ku şer bidawî dibe destûr tê dayin ku mirî werin rakirin û veşartin. Dema ku mirov dêhnê xwe dide ser van êrîşan em dibînin ku êşkence li miriyan tê kirin. Ev li dijî hiqûqa Îslamê ye, heram e. Bi ti rengî divê êşkence li cenazeyan neyê kirin. Çima wiha êrîşê dibine ser gorên Kurdan.''
Wekîla HDP'ê û Berdevka DÎK'ê Hûda Kaya jî got, ''Destê xwe ji ser goristanan vekişînin. Bes êrîşê bibin ser cihên mehrem ên mirovan, bes êrîşê bibin ser gorên wan, kevir û axa wan. Em vê êrîşa ku bi hinceta nivîsa Kurdî li ser wan heye, qebûl nakin.''