Terora dewletê canekî din stend

Terora dewletê canekî din stend

Li Hatayê, di dema çalakiya bi daxwaza dîtina kujerê Abdûllah Comert û piştgirîdayîna berxwedana Tûzlûçayirê de, karkerê înşaetê Ahmet Atakan ê 22 salî ji ber bombeya bazê ya polîsên Tirk a ji nêz ve berdan wî, jiyana xwe ji dest da.

Duh êvarê, li taxa Armûtlû ya piraniya şêniyên wê Elewî ne, bi armanca destekdayîna berxwedana Tûzlûçayir, ODTU û Okmeydani, çalakiyek hat lidarxistin. Çalakgerên protestoyî li dû pankarta bi nivîsa "Bila kujerên Abdûllah Comert bên dîtin" meşiyan û dirûşmên "Li ber xwe bide Tûzlûçayir Armûtlû li gel te ye", "Li ber xwe bide Okmeydani Armûtlû li gel te ye", "Li ber xwe bide ODTU Armûtlû li gel te ye" qîriyan.

Girseya gel a li bazara taxê, ji bo xwe biparêze bend danî, radestî êrîşa polîsên taybet ên dor li taxê girtibûn hat û tax di nava dûxana gazê de ma. Di dema êrîşa polîsan de, polîsekî ji 5 metreyan bombeya gazê bi zanebûn berda serê Ahmet Atakan. Atakan ê li cihê bûyerê ji ser hişê xwe çû, rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Antakyayê. Dilê Atakan li nexweşxaneyê ji nû ve hat zindîkirin, lê belê nîvê şevê saet li dora 02.00 de jiyana xwe ji dest da.

Bi bihîstina bûyerê re xizmên Atakan û şeniyên taxê li ber nexweşxaneyê li hev kom bûn, lê belê polîsan li vê derê jî bi bombeyên gazê êrîş kirin. Di encama vê êrîşê de jî, hundirê nexweşxaneyê tijî gaz bû û gelek mirovan neçar man xwe ji nexweşxaneyê biavêjin derve.

Li taxa Armûtlû jî sekna girseyê ya bêdeng dewam dike. Tê gotin, piştî Abdûllah Comert kuştina Ahmet Atakan li taxê rê li ber tengezariyeke mezin vekiriye. Bi sedan kes li cihê Atakan lê hat kuştin, kom bûn.

EMÊ BI POLÎSAN RE AŞTIYÊ NEKIN!

Yek ji şêniyên taxa Armûtlû Ahmet Atakan, di malpera xwe ya li tora civakî de herî dawî peyama "Polîsan Alî Îsmaîl û Abdûllah kuştin. Me sond xwarin: Emê bi polîsan re aştiyê nekin. Li ber xwe bide ODTU, rabe ser piyan Antakya" dabû.

ABDÛLLAH COMERT JÎ HATIBÛ KUŞTIN

Di xwepêşandana 3'ê Hezîranê ya li Taxa Armûtlû de, ciwanekî 22 salî yê bi navê Abdûllah Comert, ji aliyê polîsan ve hatibû kuştin. Comert jî mîna Atakan ji nêz ve ji serê xwe bombeya gazê xwaribû û hatibû kuştin.