Temellî: Tirkiye bûye çavkaniya pirsgirêkan
Hevserok Giştî yê HDP’ê Sezaî Temellî li navçeya Ergene ya Çolûyê tevlî xwarina fitarê bû. Temellî li vir axivî û got: “Tirkiye bûye çavakaniya pirsgirêkan.”
Hevserok Giştî yê HDP’ê Sezaî Temellî li navçeya Ergene ya Çolûyê tevlî xwarina fitarê bû. Temellî li vir axivî û got: “Tirkiye bûye çavakaniya pirsgirêkan.”
Di çarçoveya kampanyaya hilbijartinê de Hevserok Giştî yê HDP’ê Sezaî Temellî ê li navçeya Ergene ya Çolûyê tevlî xwarina fitarê bû, anî ziman ku Tirkiye bûye çavkaniya pirsgirêkan û ji her alî ve pirsgirêk hene.
Temellî destnîşan kir ku pirsgirêka herî mezin pirsgirêka Kurd e û hemû Tirkiyeyê eleqeder dike.
Temellî bal kişand ser qirêjiya hewayê ya navçeya Ergeneyê û diyar kir ku li Ergeneyê hewa bê hed û hesab tê qirêjkirin. Temellî bibîr xist ku li vê herêmê nexweşiya pençeşêrê zêde bûye û diyar kir ku teduristiya gel tê piştguhkirin.
Temellî bal kişand ser kirîzên aborî û daxwaza hikûmetê ya ku her kes dolarê heyî vegerîne TL’yê û got, eger li welat heqdestê karkeran 1600 lîre be dolar wê çawa bikêrî me bê.