Temellî serdana Karamollaglû kir

Hevserokê Giştî yê HDP’ê Seazî Temellî çû serdana Serokê Giştî yê Partiya Saadetê Temel Karamollaglû.

Hevserokê Giştî yê Partiya Demorkatîk a Gelan (HDP) Seazî Temellî û heyeta pêre, di mijara “Destûra Bingehîn a Demokratîk”, “Tifaqa Demorkasiyê” , “Qeyûm” û “Paketa Darazê” bi Serokê Giştî yê Partiya Saadetê Temel Karamolloglû re civiya. Hevdîtin li Navenda Giştî ya Partiya Saadetê pêk hat û saetek û 15 deqeyan dom kir.

Piştî hevdîtinê Hevserokê Giştî yê HDP’ê Seazî Temellî daxuyanî da çapemeniyê û got bi awayekî berfireh pirsgirêkên Tirkiyeyê nîqaş kirine.

Temellî diyar kir ku dosyeya xebatê ya têkildarî mijarên reforma darazê, destûra bingehîn û tifaqa demokrasiyê ya partiya xwe pêşkêş kir û Partiya Saadetê jî diyar kir ku ew ê nêrînê xwe yên têkildarî van mijaran rojên pêş ragihînin.

Temellî diyar kir ku têkildarî desteserkirina şaredariyên Amed, Wan û Mêrdinê axivîne û di mijara neqebûlkirina vê rewşê de nêrînên wan wekhev e. Temellî diyar kir ku divê bi tevgera aqilê hevpar hemû pirsgirêkên Tirkiyeyê werin çareserkirin û herdu partî piştgiriyê dide vê nêrînê.

Temellî wiha domand; “Li Tirkiyeyê bi taybet dema pêvajoya 31’ê Adarê û bûyerên piştî wê derketin holê da nîşandan ku di rastiyê de divê muxaleft li ser bingehê demorkasiyê bicive. Ev jî wê bibe bûyerekî bi xêra Tirkiyeyê. Wê ji bo gelek partiyan serdanên me çêbin. Heta meha Cotmehê trafîkeke giran ya me heye.”