Temellî: Heta ku tecrîd neqede, wê kabûs jî neqedin!

Hevserokê Giştî yê HDP’ê Sezaî Temellî çû serdana Leyla Guven. Temellî got ku, “Sedema van kabûsên me, tecrîd e” û bang li saziyên navneteweyî û desthilatdariyê kir.

Berxwedana Hevseroka Kongreya Civaka Demnokratîk (KCD) û Parlamentera HDP'ê ya Colemêrgê Leyla Guven a greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger ku bi armanca tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi dawî bibe dest pê kiriye, di roja 105'emîn de di bin dorpêça polîs û maşîneyên zirxî de berdewam dike. Hevserokê Giştî yê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Sezaî Temellî, li mala wê ya li Taxa Bagcilar  a Taxa Rezan a Amedê çû serdana Leyla Guven. Temellî li gel parlamenterên HDP'ê Semra Guzel, Remziye Tosûn û Saliha Aydeniz, Hevserokê HDP'e yê Amedê Mehmet Şerîf Çamci û namzetên hevşaredaran çûn serdana Guven. Temellî piştî serdanê.

‘JI BER KU TECRÎD HEYE, BÊHIQÛQÎ JÎ DIDOME’

Temellî, anî ziman ku Hevseroka KCD'ê Leyla Guven ji bo şikandina tecrîdê bi biryar 105 roj in têkoşîna xwe berdewam dike û wiha got: “Seroka me Leyla ji bo şikandina tecridê bi biryar û israr têdikoşe. Bi biryarî têkoşîna xwe didomîne. Silav û hurmetên xwe li gelê Tirkiye kir. Bi vê têkoşînê aştî û demokratîkbûna gelê Tirkiye û cemaweriya Tirkiye dixwaze. Ji ber ku li Tirkiye tecrîd didome bêhiqûqî jî berdewam dike. Bê hiqûqî li her dera Tirkiyeyê belav bûye. Ji ber şer aştiya civakê hildiweşe."

Temellî, anî ziman ku êdî li Tirkiye qala aştiya civakî nayê kirin û wiha lê zêde kir: “Rejîma otorîter êrîşî gelan û mafê gelan dike. Ne tenê Leyla Guven, li Tirkiye zêdeyî 300 girtî di greva birçîbûnê de ne. Seroka me Sebahat, Selma Irmak û li gelek welatên cîhanê çalakger di greva birçûbînê de ne û dixwazin tecrîd bi dawî bibe. Gotina me ya hevpar aştî, demokrasî ye. Rakirina tecrîda li Îmraliyê ye. Lê li Tirkiyeyê gavên demokratîkbûnê nayên avêtin. Di nava siyaseta demokratîk de çareserî nayê pêşxistin. Divê her kes bêtir deng bidin dengê Leyla Guven û guh bidin daxwazên wê." 

‘DIVÊ TECRÎDA LI ÎMRALIYÊ WERE RAKIRIN’

Temellî, bang li hikûmetê û Wezareta Edaletê jî kir û xwest demek berî demekê zagon û qanûnên xwe têxin meriyetê û li gorî zagonên xwe tevbigerin û wiha bi dawî kir: "Divê demek berî demekê tecrîd bi dawî bibe. Ji bo tecrîd bi dawî bibe divê her kes hestiyar tevbigerin. Em dixwazin Wezareta Dadê demek berî demekê zagonên xwe têxin meriyetê û tecrîdê bi dawî bikin. Em dixwazin li gorî zagonên xwe tevbigerin. Divê bi lez tecrîda li Îmraliyê bi dawî bikin. Bila malbat û parêzer bi rêk û pêk hevdîtin bikin. Divê êdî hevdîtina malbat û parêzeran neyên astengkirin. Tecrîd li duriyaniya pêş hemû pirsgirêkan e. Divê her kes erk û berpirsiyariya xwe pêk bîne.

Di roja 100'emîn a çalakiya Guvenê de hestiyarek derket holê. Her çend ji bo Wezîrê Karên Hundir ji bo deng neçe her tiştî bike jî deng çûye wî. Îro 105 roj in çalakî didome. Divê em dengê xwe bêtir bilind bikin û bêtir hestiyar tevbigerin. Ev ziyareta me hewldanek e. Em ji hikûmet û wezaretê dixwazin ku li gorî zagonên xwe tevbigerin. Tecrîd li pêş çareseriya hemû pirsgirêkan asteng e. Li pêş çareseriya hemû pirsgirêkên Kurd asteng e. Em bêdengiya DMME û CPT’ê jî rexne dikin.”