Temellî: Erdogan aqil avêtiye

Hevserokê HDP'ê Sezaî Temellî got Erdogan aqil avêtiye û gefê li wan dixwe. Temellî got, ''Bêyî ku bi Kurdan re li hevhatin çêbibe, ev welat aram nabe''

Şandeya bi seroktiya Hevserokê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Sezaî Temellî bi çarçoweya ''Destûra Demokratîk'', ''Tifaqa Demokrasiyê'', ''Qeyûm'' û ''Pakêta Darazê'' çû serdana Komeleyên Demokratîk ên Elewî (DAD).

Hevserokê Komeleya DAD'ê Musa Kulu û rêveberên komeleyê pêşwazî li şandeya HDP'ê kirin.

KULU: DEMA AXAFTINÊ YE

Kulu malavayî li şandeya HDP'ê kir got hewceyî bi destûreke wiha heye ku gel bikaribin bi bawerî, nasnameya xwe, li ser hîmê welatiyê hev bijîn û diyar kir problemên li Tirkiyê ne tenê yên HDP'ê ne, roj ew roj e ku rewşenbîr, partiyên siyasî, zanînge li ser çarenûsa welêt gotina xwe bikin.

TEMELLÎ: HEWCEYÎ BI DESTÛREKE DEMOKRATÎK HEYE

Temellî got, hewcehiya Tirkiyê bi destûreke demokratîk heye, ji ber ku li Tirkiyê gelek derdorên civakî ji hêla destûrê ve nayên naskirin, ev jî dibe sedem ku aştiya civakê çênebe û wê ji holê rake.

Temellî bi berdewamî got li Tirkiyê gelek kes mexdûr dibin, ji ber ku ev rewşa mexdûrbûnê ji holê rabe, li ser mijara serxwebûna darazê û bêalîbûna wê heewceyî bi gavavêtinên lezgîn heye.

'BÊYÎ LIHEVKIRINA BI KURDAN RE ARAMÎ NAYÊ WELÊT'

Têkilî dagirkeriya qeyûm jî Temmlî got qeyûm derbûna hişmendiya yekreng e, ji vê pê ve ne tiştekî dî ye, di serî de ya Kurdan, vîna gelan tine tê hesibandin. Temellî got desthilat ji bo ku vê tinehesibandinê rewa nîşan bide serî li rêbazên derî siyasetê dide û got, ''Di serî de biryardar xuya dike ku li ber çavê civakê dijminatiya li Kurdan hilberîne. Ev rê ti xêra xwe ji Tirkiyê re tine. Wê Tirkiyê bixe nav bobelatekê de. Heta ku bi Kurdan re lihevhatinek çênebe aştî û aramî nayê welêt. Biya me, heta ku mirov ji meseleya Kurd bireve, ji bo ti beşekî dî yê civakî yê li Tirkiye jî, ji bo aştiyê wê tiştek çênebe. Ji ber vê divê em werin gel hev. Divê kêlî beriya kêliyekê em ji vî aqilê qeyûm xwe xilas bikin.''

'ERDOGAN GEFÊ LI ME DIXWE;  AQIL AVÊTIYE'

Temellî li ser gefên Erdogan jî got, ''Doqikê xwe li ser serê civakê dihejîne û wiha hewl dide ku desthilata xwe bidomîne. Qeyûm tinehesibandina hiqûqê ye. Daxuyaniyên dawî yên Serokkomar tehdît in. Di ser parlamentoyê re gefê li civakê dixwe. Dewlet, ew tişta ku em jê re aqilê rasyonel dibêjin ji dest berdaye. Dewletê aqil avêtiye. Desthilat jî aktorê vê yê sereke ye.''