Temellî: Em ê derî bi derî, mal bi mal bigerin

Hevserokê Giştî yê HDP’ê Sezaî Temellî got, “Em niha li ber kendal in lê bi xebat û têkoşînê em ê desthilatdariyê bigindirînin nava vî kendalî.”

Hevserokê Giştî yê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Sezaî Temellî û heyeta pê re, Wekîla Serokên Koma HDP'ê Meral Daniş Beştaş, Parlamenterê HDP'ê ya Agiriyê Dîlan Dirayet Taşdemîr û koma pê re, di çarçoveya xebatên Hilbijartina Zordest de li navçeya Erzînê ya Hatayê gel ziyaret kirin. Karwana HDP'ê li Erzînê bi girseyî hat pêşwazîkirin. Heyeta HDP'ê piştî li nava navçeyê tûr da xwe li avahiya HDP'ê ya Erzînê bi gel re hat cem hev.

Parlamentera HDP'ê ya Agiriyê Dîlan Dirayet Taşdemîr, diyar kir ku HDP partiya gelan e û yekîtiya gelan e. Dîlan Taştemîr, bal kişand ser zext û tundiya li ser HDP'ê û wiha got: "Tevî hemû zext û zordariyên li ser gel û partiyan e, partiya me û gel li ser piyan e. Yên jiyana azad dixwazin îro girtî ne. Em li vir soza berdewama tekoşînê didin. Hûn rêwiyê heqîqetê ne. Heqîqet hûn bi xwe ne. HDP di heman demê de partiya jinê ye. Ji ber vê yekê herî zêde zext li ser jinê pêş dikeve. AKP wê bi destê jinê têk biçe."

Hevserokê Giştî yê HDP'ê Sezai Temellî jî anî ziman ku hilbijartina panîk û zordestiyê dest pê kiriye û wiha got: "Li pêş me 64 roj hene. 3 roj in me dişopînin. Dibêjin vana kengî xwe amade kir û ketin rê. Em 40 sal in amade ne. Ger ku AKP di hilbijartinê de bi ser bikeve, ev welat wê serserî di zinar wer be. Kê welat anî vî halî? Hişmendiya 16 sal in li ser îktîdarê Tirkiye anî vî halî. Her roj mafê me ji destê me didizin. Li Şirnexê bêyî şerm bikin ji sedî 99 deng dixwazin. Em jî dibêjin hûn ê li Şirnexê şîrmaqeke mezin bixwin. Li bajarê xera kirin niha bi polîtîkayên TOKÎ dibêjin dengan bidin AKP'ê. Gelê Şirnexê wê bersîva wan bide wan. Li vî welatî heta azadî û demokrasî bi ser bikeve tekoşîna me wê bidome. Karê ku me di 7'e Hezîranê de nîvco hiştibû em dê di 24'ê Hezîranê de demam bikin. Êdî tehamula gel ji ti tişti re nema ye. Ger ku îro em ji îktîdarê xelas nebin, ne tenê gelê Kurd, wê hemû gelê Tirkiye êşa vê yekê bikişînin. Bi çeteyên OSO dagir kirin. Me got van çeteyên xwe yên talanker derxin û biçin. Lê pişta xwe dan Rûsya û Amerîka. Li Efrînê gel bi hev re dijiyan. Lê niha komên çeyên OSO li wir bi cih dikin. Êrîşî welatiyên Elewî yên Efrînê kirin. Em komkujiya li Reyhanliyê ji bîr nakin. Em komkujiyên Pirsûs û Enqere ji bîr nakin. Dîroka 24'ê Hezîranê dîrokek pir girîng e. Em niha li ber kendal in. Yên di kendal wer bin ew in. Ne em in.

 Li wî welatî çandinî têk çûye. Sewalkarî têk çûye. Teqez em ê bi ser bikevin. Hêza me ya herî mezin gelê me ye. Em û gelê xwe em ê bi mal bi mal, derî bi derî bigerin."