Temellî: Em dest bi rêwîtiyeke domdirêj dikin

Hevserokê HDP'ê Sezaî Temellî ji bo hilbijartina Stenbolê dengê xwe da. Temellî Rêya Sêyan destnîşan kir û got, ''Sibehî em dest bi rêwîtiyeke domdirêj dikin.''

Hevserokê HDP’ê Sezaî Temelî, li Stenblolê têkildarî hilbjartinê daxuyanî da. Temellî anî ziman ku ew dê di rêya sêyemîn de meş û tekoşîna xwe berdewam bikin. Temellî, da zanîn ku rêya rizgarkirina ji dubendî û cudakariyê rêya sêyemîn a demokrasiyê ye. Temellî destnîşan kir ku wê ji 24’ê hezîranê û şûnde têkevin domdirêj a aştî û demokrasiyê

Hevserokê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Sezaî Temelî, piştî dengê xwe avêt sindoqan daxuyanî da. Temellî anî ziman ku wê piştî sibê dest bi rêyeke domdirêj a rêya seyemîn, dest bi rêya demokrasiyê bikin û wiha got: “Em ê di rêya aştî û demokrasiyê de hevgihandinê berhdewam bikin. Bêtir demokrasî, bêtir aştî, bêtir edalet. Heta Komara Demokratîk bê avakirin em ê di vê rêyê de meşa xwe berdewam dikin. Têkoşîna me têkoşîna edaletê ye. Ji bo makeqanûnek ku mafê hemû bawerî, ziman, çand û gelan biparêze bê avakirin têkoşîna me wê bidome. Têkoşîna me ya xet û rêya siyemîn a Komara Demokratîk û Neteweya Demokratîk wê berdewam bike.”