Temellî: Di 24’ê Hezîranê de ew ê HDP sindoqan bihejîne

Hevserokê Giştî yê HDP'ê Sezaî Temellî, li Semsûrê derket pêşberî deh hezaran û polîtîkayên AKP'ê bi zimanekî tûj rexne kir. Temellî, diyar kir îktîdara AKP'ê dijminê hemû tiştên xweş, baş û qenc û dijminê mirovahiyê ne.

Hevserokê Giştî yê HDP'ê Sezaî Temelî, bi karwanek mezin ji navçeya Kolikê ya Semsûrê derbasî Semsûrê bû. Temellî û karwana pêre ewil çûn navçeya Kolikê û beşdarî vekirina buroya hilbijartinê bûn. Temellî, li vir bal kişand ser pirsgirêka civaka Elewî û diyar kir ku heta pirsgirêka Elewiyan neyê çareser kirin demokrasî pêş nakeve. Temellî, piştre bi qarwanek mezin derbasî Semsûrê bû. Temelî, li Semsûrê ji aliyê hezaran kesan ve hat pêşwazîkirin. Temellî, li Semsûrê xîtabî hezaran kesan kir û diyar kir ku gel wê bi xwe pirgsirêkên xwe çareser bike.

TEMELLÎ: EM Ê DI 24’Ê HEZÎRANÊ DE AKP’Ê BIŞÎNIN

Temellî, destnîşan kir ku gelê Semsûrê wê di 24'ê Hezîranê de li ser sindoqan ji betalî, xizanî, nelirêtî û kedxwariyê re bêje êdî bes e û wiha got: "Çiqas tiştên baş hebin êrîşi wan dikin. Vana dijminê mirovahiyê ne. Vana dijminê başî, xweşî û mirovahiyê ne. Em ê van dijminê mirovahiyê di 24'ê Heziranê de bi rê bikin. Dem dema şandina wan e. Roja borî Erdogan ji Aşik Veysel helbesta "Ez di rêyek dirêj û zirav de me' xwend. Rast dibêje. Ji ber ku ew rêwî ne û diçin. Îro em diçin ku, her kes ji xizanî, şer, nebaşiyê bi gilî û gazinc e. Her kes ji nelirêtî xizanî û qedexeyan bi gilî û gazinc in. Her kes ji vê yekê re dibêjin bes e. Ji ber vê yekê êdî dengê em bidin xizanî, qedexe û nelirêtiyê tune. 16 sal in pirsgrêka Kurdan jî heye, pirsgirêka Erdogan heye. Gelê Semsûrê wê bêjin bes e." 

‘EM Ê TEQEZ BI SER BIKEVIN’

 Temellî, da zanîn ku gelê Semsûrê wê di 24'ê Hezîranê de bêje bes e û wiha berdewam kir. "Gelê Semsûrê wê di 24'ê Hezîranê de li Sindoqan xwedî derkeve. Bila dost û dijmin zanibe. Em ê bi ser bikevin em ê teqez bi ser bikevin. Îktidar di her hilbijartinê de tên soz didin ku pirsgirêkan çareser bikin. Lê tenê soz didin û diçin. Ew bazara ruşwetê dikin. Li vî welatî pirsgirêka kedkaran dê kedkar, pirsgirêka rençberan rençber, pirsgirêka jinan jin wê çareser bike. “

GEL DIKARE PIRSGIRÊKÊN XWE ÇARESER BIKE

Temellî got ku, “ Tu ji navberê derkeve nebe sîbera min. Tenê bes e ji navberê derkeve û biçe. Gel wê bi xwe pirsgirêka xwe çareser bike. Ger ku wê pirsgirêka tûtinê çareser bike bila bi gel re rûnê û bi hev re çareser bike. Bila bi KHK'ê zagonan neguherîne. Ger ku yên hilberînê dikin, wê demê yên çareser bikin jî ew bin.  Pirsgirêka Semsûrê ya herî mezin betalî ye. Ne tenê pirsgirêka Semsûrê ya hemû Tirkiyeyê ye. Lê her meh bi jimartina kêm pirsgirêka çareser dike. Di 24'ê Hezîranê de erdheja gel û HDP'ê tê. Tu yê wê demê Qesrê vala bike. Em ê bi tilîlî û govenda xwe bên.  Biçe pereyê naqiliyê jî neke pirsgirêk bila heqê naqliyatê jî ji me be. Ji ber dike biçe astengiyan derdixe. Dema hevalên me alayên xwe vedikin. Destûr nadin. Dixwazin tevliheviyê bikin. Tu pirsgirêka gel bi hev re tune. Yên van astengiyan derdixin tenê rayedarên dewletê ne. Walî ji bo AKP'ê gund bi gund li dengan digerin. Ez bang li Walî dikim. Tu erkdarê cemawiyê ye. Tu ne xizmetkarê AKP'ê ye. Ger ku tu wisa bike tu sûc dike. Divê tu di xizmeta gel de bî." 

JI TALANKERIYÊ RE ÊDÎ BES E

Piştî 24'ê Hezîranê hemû hevalên me yên girtî wê bên berdan. Ji ber ku tu sûcê wan tune ye. Ji ber fikrên xwe girtî ne. Piştî çûyîna Erdogan wê demokrasî bê. Wê aştî bê. Wê HDP bê. Ji ber ku em ê Destûra Bingehîn a Demokratîk ava bikin. Hemû nasname, bawerî û kesên cuda wê bi hev re bijîn û hemû mafê wan bi qanûnê bên mîsogerkirin. Em dibêjin ji metîngeriyê re bes e. Ji talankirina xwezayê re bêjin bes e. Em pergala heq û adîl dixwazin. Têkoşîna me ya pêşî, li dijî xizanî û nelirêtî ye. Têkoşîna me li dijî betaliyê ye. Em ê krîza aboriyê bê IMF çareser bikin. Hûn dizanin ku ger IMF bê divê zikê xwe jî biguvêşin. Yên bêjin pirsgirêka Kurd tune, hemû pirsgirêkan tune dihesibîne. Namzetê me Demîrtaş e. Demîrtaş namzetê Tirkiyeyê ye. Ji niha de dibêjin em nebin îktidar em ê hilbijartinek din çêkin. Ji niha de gefan dixwin."