Temellî: Bila êdî zilm ji me bitirse
Hevserokê Giştî yê HDP’ê Sezaî Temellî diyar kir ku ew dev ji têkoşîna xwe bernadin û got ku “Bila êdî zilm ji me bitirse.”
Hevserokê Giştî yê HDP’ê Sezaî Temellî diyar kir ku ew dev ji têkoşîna xwe bernadin û got ku “Bila êdî zilm ji me bitirse.”
Hevserokê Giştî yê HDP'ê Sezaî Temellî jî polîtîkayên bloka AKP-MHP'ê bi tundî rexne kir û wiha got: "Têkoşîna Sakîne û Mazlûman berdewam dike. Em li dijî faşîzmê têkoşîna xwe berdewam dikin. Dîsa ji bo Komara Demokratîk a Tirkiyeyê em muzakereyên xwe berdewam dikin.
Niha Rejîma bloka AKP-MHP'ê heye. Bi her awayî polîtîkayên şer berdewam dikin û dijminantiya gelê Kurd dikin. Tişta ku li Sûriyeyê kir berdewamiya vê yekê ye. Em carek din 5 sal paşve çûn. 5 sal berê li Kobanê berxwedanek hebû. Wan wê rojê bingeha demokrasiyê ava kir, Kurd, Tirk, Ereb, Suryanî, Ermenî bi hev re jiyan.
Em carek din bang li raya giştî ya navneteweyi dikin. Ji bo destûra demokratîk gavan bavêjin. Li Sûriyeyê çiqas şer gur bibe, li Tirkiyeyê tundî ew qas zêde dibe. Ji ber ku ev îktîdar tenê ji şer xwe xwedî dike. Şer û înkara Kurdan dike sedema hebûna xwe. Îro xizanî di asta herî jêr de ye. Îro ji sedî 70'ê kesên teqawît nikarin debara xwe bikin. Ciwan bêkar in. Betalî di asta herî jor de ye. Sedema betaliyê şer e. Ev butçe butçeya şer û qesrê ye. Ji ber çavkanî li rantê û şer tê xerçkirin îro krîz heye.
Divê em li hemberî qeyûm bêdeng nemînin. Ger ku em li hemberî qeyûm bêdeng bimînin, qeyûm wê sibê bê li deriyê me jî bidin.Bê hiqûqî û bê edaletî di asta herî jor de ye. 5 sal berê me got ev Ttcrîd wê pêl bi pêl belav bibe. Niha wisa dibe. Me got tecrîdê bi dawî bikin, lê tecrîdê berdewam kir. Her ku li hemberî tecrîdê bêdeng man, tecrîd pêl bi pêl li Tirkiyeyê belav bû. Ji ber vê yekê em dibêjin divê ev tecrîd bê şikandin û Tirkiye azad bibe.”