Temellî: 31’ê Adarê HDP wê ji sindoqan derkeve

Sezaî Temellî yê tevî hemû astengiyan li pirsûsê axivî got, “Çi bikin bila bikin, çi ji destê wan tê bila bikin, em ê ji daxwaza komara demokratîk dest bernedin. 31’ê Adarê wê HDP ji sindoqê bi serketî derkeve.

Hevserokê Giştî yê HDP’ê ku tevî hemû astengiyên polîs û leşkerên Tirk xwe gihandî navçeya Pirsûs a Rihayê, ji gel re axivî. Temellî, di axaftina xwe de ji polîsên Tirk re got, "Heke we wê rojê ewlehî girtibûya, wê komkujiya Pirsûsê çênebûya. We ji bo malbata Şenyaşar ewlehî û tevdîr girtibûya. Hûn wê demê li kû derê bûn?”

Temellî piştî wê ji taxa Aligorê bi konvoyeke mezin ber bi navenda Pirsûsê ve derket rê. Lê belê tîmên taybet û bi sedan polîsên Tirk rê birin û hemû wesayîtên di konvoyê de yek bi yek geriyan û paşê destûr hat dayîn ku konvoy derbas bibe. Lê belê piştî 5 km şûnde dîsa konvoy ji hêla polîsan ve hate sekinandin. Li vir jî piştî heman pêkûtiyê dîsa pêşî li konvoyê hat vekirin. 

Di rê de konvoy rastî eleqeyeke mezin a gel û esnafên herêmê hat. Polîsan Kolana Ziyaretê ku wê mîtîng lê pêk bihata ji her du aliyan ve ji hêla polîsan ve hate girtin û destûr nedan ku gel bikeve qadê û li pey hev anonsa, ‘Em ê midaxala bikin’ kirin. Ligel hemû astengî û zextên polîs, gel bi cil û bergên xwe yên rengîn û herêmî tevlî mîtîngê bûn û alên HDP’ê hejandin. Parlamenterên HDP’ê rêveberên wê, endamê destaya dîwanê ya KCD’ê Selim Sadak û hevserokê giştî yê DBP’ê Mehmet Arslan û pêkhateyên tifaqa Kurd gel silav kirin. 

Namzedên hevşaredariya Pirsûsê Hatice Çelik û Abdullah Kayar gel silav kirin. Çelik got, "Em ji bo demokrasî, aştî û azadiyan tên”. 

Di mîtîngê de hevserokê giştî yê HDP’ê Sezaî Temellî jî axivî û got, “Min li vir gelê Pirsûsê silav kir. Lê belê nehiştin Pirsûsî bikevin qadê. Pirsûsî li pişt bend û sengerên polîsan in. Ev bû cara 5’an ku gel bi GBT’ê re tê derbaskirin. Çapemeniyeke biyanî bê wê bibêje ka em bi polîsan re mîtîngê çêdikin. Peywira polîs parastina gel e, ne astengkirina wî ye. Polîs ji bo xebata desthilatdariyê bimeşîne hatiye erkdarkirin. Wê sibê du siba hiquq bê vî welatî. Hûn ê hemû bên adarizandin.

Çi ji destê wan tê bila bikin. Lê nikarin me ji doza demokrasî û azadiyan vegerînin û em ê ser bikevin.” 

Temellî, da zanîn ku komkujiya Pirsûsê jibîr nekirine û ji polîsan re got, “Heke we wê rojê ewlehiya wan girtibûya wê komkujî pêk nehata. 3 rojan ser hev, kesê bombe teqandî li naveçeyê digeriya. Hûn wê rojê li kû bûn. Me malbata Şenyaşar ji bîr nekiriye. Em ê ji Roboskî heta niha hesabê komkujiyan ji desthilatdariyê bipirsin. Ji me re dibêjin ‘biqeşitin biçin.’ Em li vir in. Tu wê biçî. Tu wê van qeyûmên xwe jî bigirî û biçî.”

Temellî gotinên Erdogan ên ku gotî ‘em ê dîsa qeyûman wezîfedar bikin’ jî bibîr xist û got, “Ew roj derbas bûn êdî. Em ê bi hejmareke zêdetir bên desthilatiyê. Em ê bi hev re dawî li vê herikînê bînin.” 

Temellî da zanîn ku pirsgirêka vî welatî nîne û got, “Li vî welatî pirsgirêk tenê desthilatdarî ye. Em hêviya vî welatî ne. 31’ê Adarê wê HDP ji sindoqê bi serkeftinê derkeve û bibe hêvî.”

Piştî wê Temellî ji bo tevlî mîtîngê bibe ber bi Wêranşarê ve derkete rê.