Telefonên desta bandorê li zêdebûna tumoran dike!

Nîqaşên li ser bandora pêlên elektro-manyetîk ên telefonên destan di kanserê de, li cîhana zanistiyê dewam dikin.

Nîqaşên li ser bandora pêlên elektro-manyetîk ên telefonên desta di kanserê de, li cîhana zanistiyê dewam dikin. Li gorî lêkolîneke nû, her çend delîl nehatibin peydakirin ku telefonên desta rê li ber kansere vedike jî, derket holê ku di belavbûna tumorên heyî de, rolê dilîzin.

Li gorî encamên xebata hevpar a Zanîngeha Jacobs a Bremenê û Zanîngeha Wuppertalê, ji be pêlên elektro-manyetîk ên telefonên desta li dora xwe belav dike, tumorê zêde dikin.

Di çarçoveya lêkolînê de, mişkên weke mînak hatin bikaranîn, di tevahiya emrê xwe de li qadên elektro-manyetîk hatin ragirtin û madeyên rê li ber kanserê vedikin, hatin enjektekirin.

Li gorî encamên xebata ekîba bi rêveberiya Profesor Alexander Lerchl, derket holê ku mişkên li cihên elektro-manyetîk hatin ragirtin, li gorî yên li cihekî normal, hîn bêhtir tumor hilberandine.

'NIKARE BÊ GOTIN KU TELEFONÊN DESTA RÊ LI BER KANSERÊ VENAKIN!'

Prof Alexander Lerchl da xuyakirin ku li gorî encamên derketine holê teza 'telefonên desta rê li ber kanserê venakin" nayê piştrastkiirin. Lerchl hişyarî da ku pêlên telefonên destan tumorên heyî zêde dikin yan jî belav dikin.

Lerchl diyar kir ku di rewşa heyî de zelal bûye ku telefonên destan nexweşiya kanserê belav dikin.