'Telafer bi temamî ji DAIŞ'ê hate paqijkirin'
Artêşa Iraqê ragihand, bajarê Telaferê bi temamî ji çeteyên DAIŞ'ê hatiye paqijkirin. Lêgerîn û karê paqijkirina bajêr ji bermahiyên çeteyan dewam dike.
Artêşa Iraqê ragihand, bajarê Telaferê bi temamî ji çeteyên DAIŞ'ê hatiye paqijkirin. Lêgerîn û karê paqijkirina bajêr ji bermahiyên çeteyan dewam dike.
Fermandarê Iraqî Necîm Cûbûrî li ser operasyona Telaferê daxuyanî da çapemeniyê û got, "Li bajêr ti herêmên ku di destê DAIŞ'ê de ye, nemaye. Operasyona paqijkirinê dewam dike. Tenê herêma leşkerî heye, lê belê ew jî li derveyî sînorên bajêr e. Înşaleh hêzên ewlekariyê wê îro jî wê derê rizgar bikin."
Operasyona Telaferê roja 20'ê Tebaxê ji aliyê Serokwezîrê Iraqê Haydar Ebadî ve hatibû ragihandin.
Telafer, di navbera sînorê Iraq û Sûriyeyê de cihê herî mezin ê di jêr dagirkeriya DAIŞ'ê de bû.