Tekîn: Dewleta Tirk têk diçe, lewma êrîşî mirovên bêparastin dike

Bozan Tekîn, li ser pêvajoya siyasî û zextên li ser dîlên azadiyê axivî û got: "Dewleta Tirk têk çûye, lewma êrîşî mirovên 'bêparastin' dike. Tekîn li ser faşîzma cilên yek reng ên li zindanan jî berxwedana Kemal Pîr bi bir xist.

Endamê Komîteya Navendî yê PKK’ê Bozan Tekîn, tevlî bernameya Dilistan a Radyoya Dengê Kurdistanê bû û bersiva pirsên rojnamevan Ciwan Tûnç da. Tekîn di nirxandinên xwe de sedema zextên li ser dîlên azadiyê, wekî xitimandin, binketin û bêçaretiya dewleta Tirk pênase kir û wiha got: “Dagirkeriya dewleta Tirk li hemberî gerila û dîlên azadiyê bin ketiye. Gerîla li her derê, li Derya Reş, Derya Spî û Amanosan çalakiyên pir xurt dike, plana dagirkeriya Tirk ya teslîm girtinê, ya 'tinekirinê' li bin xistiye û heta niha jî yek girtî teslîm nebûye, xwe stû xwar nekiriye, poşmantî neaniye ziman. Her kes bi rûmeta xwe di nav pozîsyoneke berxwedanê de ye. Dagirkeriya Tirk di vê rewşê de êrîşan li ser girtiyan dimeşîne. Ji ber ku niha yê ku bêparastin girtî û êsîr  in.”

DI SER DÎLÊN AZADIYÊ DE DIXWAZIN CIVAKÊ TESLÎM BIGIRIN

Tekîn bal kişand ser armanc û zîhniyeta dewleta Tirk û sedema ferzkirina cilên yek rengî û wiha nirxand:  “Dagirkeriya dewleta Tirk bi vî çavî li girtiyan dinêre. Lê dagirkeriya Tirk di dema faşîzma Kenan Evren de jî bi vî zîhniyetê li girtiyan mêze kiribû. Gengaz e tu hinek însanan esîr bigire. Ev tekoşînek e. Însan esîr, şehît û birîndar jî dibe. Însan esîr dibe lê teslîm nabe. Ji ber ku girtiyên azadiyê têkoşerên azadiyê ne. Jibo wê yekê dagirkeriya Tirk dîsa careke din dixwaze di vê demê de êrîşê li girtiyan bike û yek cil bike. Di şexsê wan de tevgera azadiyê, armanca azadiyê, rûmetên azadiyê bin pê bike. Di pêşerojê de derxe li hember alemê û bêje; ‘Binêrin ev hêviyên we bûn, ev pêşengên we bûn, ev serokên we bûn û niha çi dibêjin, niha ketine çi halê? We dîtin! Hûn li pey van diçin!’ Niha tabî civakek ku pêşengên xwe têkeve wê pozîsyonê ew civak wê bêhêvî bibe û ji hemû siyasetên ku li ser wan tê ferz kirin teslîmî wan bibe. Dîrok bi mînakan wisa tijî ye.” 

ÇOKDANÎN, SECDEKIRINA JI ZALIMAN RE YE

Bozan Tekîn, siyaseta ku niha di meriyetê de ye jî wekî berdewamiya “Plana Çokşikandinê” pênase kir û wiha pêde çû: “Wateya vê çiye? Tevgera me bi tevahî bin bixin û wisa bikin ku çokên xwe deynin erdê! Li hember zaliman çok şikandin çi ye? Li hember zaliman secdekirine, teslîm bûyîne, stû xwar kirine. Ji 24’ê Tîrmeha 2015’an û şûn ve pir bi dijwarî di ser tevger, gel û welatê me de ev siyaset di rojevê de ye. Berxwedanê ku li hember vê siyasetê di pêşengtiya Çiyageran de, di pêşengtiya Mehmet Tuncan, Sêvêyan û Zeryanan de pêş ket. Xwestin li hember vê êrîşê bendekê çêbike, astengiyekê çêbike. Lê dagirkeriya Tirk wisa planek çêkiriye ku heta ku ew dagirkerî bi tevahî  neyê şikandin, têk neçe, ev dagirkerî jî van siyasetên xwe yên plana çoktirme yên teslîm girtinê dev jê bernade. Di 15’ê Tirmehê 2016’an de wek teşebûsa darbeyekê ji xwe re kirin hincet û bêsînor, bênavber, wahşiyane di ser şoreşa me de, di ser gelê me de hatin. Bi hezaran însan kirin zindanan û di nav wan de gelekên wan welatparêz in, gelekên wan li gor qanûnên dagirkeriya Tirk jî ti sûcên xwe tune ne. Lê belê berxwedan ne sûc e tabî. Li hember dagirkeriya Tirk berxwedan nekirin, ji berxwedanê rev, li hember berxwedanê sekinandin sûc e. Sûcekî mirovahiyê ye û ne exlaqî ye. Dagirkeriya Tirk ji bo ku li hember xwe ti astengiya nehêle û berxwedanê nehêle û gelê me bêpêşeng bike, bêîrade bike. Ji bo vê bêsînor di nav êrîşekê de ye. Tiştên ku hatiye kirin diyar in, tên zanîn. Destpêkê wek dagirkirina şaredariyê çêbû, piştre parlementer hatin girtin. Ev jî bi girtinê tam îfade nabe. Weke polîtîqayeke rehîn girtinê mirov bi nav bike yê hîn cihê xwe bigire û bi hezaran însan girtin şûnde jî careke din negihîştin armancên xwe.”

72 SAETÊN DEWLETA TIRK BÛNE 34 SAL

Tekîn bal kişand êrîşên li ser gerîla yên bi teknîka xurt û li gel wê jî berxwedana serkeftî ya gerîla ku rayedarên dewletê her tim vala derdixe û wiha got: “24’ê Tirmeha 2015’an bû îro jî Îlona 2017’an e. Yanî êdî nêzîkê 3 salan dibe em binêrin gerîla nehate tasfiye kirin. Gêrîla ji berê hîn xurtir e, hîn çalaktir e û hîn bitedbîrtir e. Tê zanîn sala çûyî zivistanê wezareta kare hundir yê dewleta dagirker Suleyman Soylû  axaftinek kir û gotibû; ‘Ev miha Nîsanê ku werê bi navê PKK tiştek namîne. Di ziman û hafizaya kesî de namîne.’ Jiber wê jî bi her awayî êrîş bi pêş xistin. Em niha binêrin encam çiye? Di encam de li gelek metropolan, bajarên dagirkeriya Tirk ew qas çalakiyên fedaî bûn. Li her derekî Kurdîstanê jî çalakî bi pêş ketin. Wek berê li Bahra Reş çalakî bi pêş dikevin, li Amanosa çalakî bi pêş dikevin. Niha wek ku ew axaftin nekiriye, li wê axaftina xwe xwedî jî naderkeve. Em dizanin ku beriya wî çend kesên din jî wisa gotin, çend fermandariya artêşa dagirker wisa gotin, çend serokwezîran wisa gotin. Çend rojname li ser vê esasê manşet avêtin. Ku em 15’ê Tebaxê esas bigrin 34 sal derbas bû. Her dike yê xelas bikin. Serokkomerê demê û heman demê fermandariya artêşa Tirk ya dagirker Kenan Evren dema ku 15’ê Tebaxê destpê kir jî digot; ‘Em ê 72 seatan de xelas bikin.’ Ew 72 seet bûne 34 sal. Niha bi êrîşên li ser gêrîla jî encam negirtin, ji bo wê êrîşên dîtir xistin dewreyê. Êrîşên xwe li ser gelê me tenê li Bakurê Kurdîstanê sînordar nehiştin. Şoreşa Rojava ji bo ku têk bibe, pêşiya şoreşê bigire, bi taybet projeya federasyona Bakurê Suriyeyê bi ser nekeve qederek hewildan û êrîş çêbûn. Bi her kesî re li dijî me siyaset kir, bi her kesî re îtîfaq kir û pir tişt firotin. Xwe, siyaseta xwe û rûmeta xwe jî firotin. Jixwe tûnebû jî. Ji bo wê jî di her milî de bi vî awayî bêrûmetî kirin. Dijmin e tabî. Ji dijminekî wisa re wê çi werê kirin? Qerektera xwe bû. Wana jî ev qarakterê xwe eşkere kirine. Niha dagirkeriya Tirk jî van jî encam negirt. Îcar bi hezaran girtî hene. Niha dixwaze di şexsê girtiyan de gelê me bêrûmet bike. Yek dewlet, yek netew, yek ziman, yek al, yek çand. Li gel van dixwaze yek cil jî bi pêş bixe. Wateya vê di şexsê girtiyên azadiyê de, girtiyên rûmet û şerefê,  rûmet û şerefa gel û tevgera me bişkîne, binpê bike. Esas armanca dagirkeriya Tirk ev e.”

DIVÊ GIRTÎ ÊRÎŞAN TENG NEGIRIN DEST

Endamê Komîteya Navendî yê PKK’ê Bozan Tekîn, di derbarê êrîşên li ser girtiyan û helwesta wan ya pêwîst de  jî ev nirxandin kir: “Ev êrîşên topyekûn ê faşîzmê li ser zindanan e. li ser heval û welatparêzên li zindanane. Ev encamên polîtîkayên giştî ne. Ji ber wê yekê gerek hevalên di zindanan de jî, welatparêzên di zindanan de jî ew êrîşên li ser tên kirin, wekî ku li ser wan tenê ye nehesibînin. Wisa teng li meselê mêze nekin. Wek parçeyekî êrîşekî giştî bigirin dest. Ji ber wê yekê jî berxwedana xwe jî, helwesta xwe jî wekî parçeyekî li hember faşîzma dagirker ya AKP’ê, ya dagirkeriya Tirk dest bigrin û bi vî rengî xwe amade bikin, xwe rêxistin bikin û helwesteke xwe deynin. Em karin di destpêkê de vanan bêjin. Di cewherê xwe de armanca siyaseta plana çokşikandinê ew bû ku vê tevgerê bi hemû destketiyên wê ve tasfiye bike. Li ser vî esasî bi pêş ket û niha nîqaşa li ser yek cil jî parçeyekî vê siyasetê ye. Nikarîbûn bi gêrîla û gel çok bidin şikandin, teslîm bigirin; niha dixwazin bizîvirin zindanan. Di zindanan de di şexsê hevalên di zindanan de vê çêbikin û di şexsên wan de armancên me, rûmetên me têxin nîqaşê, bêbawerî çêbikin, bêhêvîtî çêbikin. 12’ê Îlonê jî di zindanên leşkerî de bi vî armancî destpê kirin. Cilê sîvîl qedexe kirin. Xwestin li hineka cilên leşkeri ferz bikin û piştre peyder pey li her zindana siyaseta yek cil pêş bixin û bi ser bixin. Li hember vê girtiyên azadiyê jî hem li Kurdistanê hem jî li Tirkiyeyê şoreşgeran helwest danîn û bedelên pir giran dan, şehadet çêbûn, seqetbûn, birîndarî çêbûn. Di hevalên zindanan de tesîrê nexweşiyên mayînde çêbûn. Lê di dawiyê de ev cil hatin qetandin, ew siyaset jî hat vala derxistin. Çawa ku girtiyên azadiyê ew tarîtî û faşîzma di 12’ê Îlonê de çok nedanîbin, teslîm nebûbin, bi girêdaniya şoreşê, gelê xwe û Kurditanê ve, bibiryardarî rêxistinbûna xwe parastin û li ber xwe dan, biserketin; ez bawerim îro jî girtiyên azadiyê yê bi ruhê 14’ê Tirmehê rêxistinbûyîna xwe, yekîtiya xwe xurt bikin û li hember yekcilkirina zindanan yê li ber xwe bidin. Çawa ku dîktatoriya Kenan Evren şûnde gav avêt, li hember dîktatoriya Tayyîp Erdogan jî ev paş gav avêtin werê çêkirin. Bi vê ve girêdayî helwesta li hember yek cil kirina zindanan heman demê helwesta li hember faşîzmê îfade dike. Madem faşizm yekcilkirina zindanan parçeyê faşizm û siyaseta xwe digire dest û bi vî rengî dixwaze têxe meriyetê, pêwîst e em jî parçeyekî berxwedana topyekûn lê binêrin û bi vî rengî nêzîk bibin. AKP û bi taybet jî Tayyîp Erdogan em dizanin ku weneyên xwe ku bi Gulbettîn Hîkmet re kişandibûn hebûn. Vêna herkes dizane û têkiliyên xwe bi çeteyên DAIŞ’ê re ku kujerên gelê Kurd e, gelê Rojhilata Navîn e çine?”

LI HEMBERÎ ÊRÎŞÊN DAGIRKERIYÊ YÊN TOPYEKÛN PÊWÎSTÎ BI BERXWEDANEKE GIŞTÎ HEYE

Ji ber ku li hemberî me êrîşeke giştî heye, divê bê teredut helwestên me jî giştî bin. Bi qasî ku helwest heye, li hemberî faşîzmê divê yekbûn û helwesteke hevpar jî hebe. Mînak dema ku ev helwest hate parlamentoyê, parlamenterên li hemberî vê ferasetê derdikevin divê xwedî helwest bin. Lewra ya girîng ew e ku helwest hebe. Bila qanûn derkeve, AKP-MHP bibin yek jî divê helwest esas be. Wekî din çapemenî jî divê vê mijarê bike rojev û bi civakê bide fêm kirin. Divê kes nebejê, “ma ez cil li xwe bikim wê çi bibe?” ma piştî ku jiyan bê wate bû û rûmeta te ji dest çû, êdî çi qîmetê jiyanê dimîne? Divê dîlên azadiyê jî vê êrîşê wekî perçeyekî têkoşîna topyekûn bigirin dest û li gorî wê nêz bibin. Divê ti kes nekeve nava hewildanên takekesî. Em nabêjin bila berxwedan nebe, lê em li hemberî êrîşan hema yekser nekevin nava hewildanên wekî rojiya mirinê, girêve birçîbûnê yên bêdorveger û hwd. An jî dema ku ev bibin jî divê ew jî bi bîryara rêxistinbûna wan be. Ne meseleyeke bi lezgînî û germ e germ nêz bibe ye. Ev ne meseleye ku bi girêvekê û rojiyekî bê derbaskirin e. Lê ev nayê wê wateyê jî ku em ê cilên yek reng qebûl bikin. Li kû derê ferzkirina wê hebe divê berxwedan jî hebe. Ma wê li hemberî wan çi bikin? Yên hevdîtin, name û tiştên wisa qedexe bikin. Bila qedexe bikin. Divê çîroka berxwedanê ya Kemal PÎR ya li zindana Amadê neye ji bîr kirin. Dema ku dixwestin tenê çavên wî xilas bikin, gotibû;  ‘Ma hûn fikrê Kemal qebûl dikin, armancên wî qebûl dikin? Na. Kemalekî ku fikir û armancên wî tine be, bijî çi ye, nejî çi ye?’  eger ku mirov rûmeta xwe winda kir, êdî malbatê bibine, baxive çi ye, neke çi ye?” Divê Dîlên Azadiyê wekî Kemal ê ku li hemberî Esat Oktay sekinî, îro li hemberî Esat Oktayê hemdem, Tayyîp Erdogan bisekinin.

Eger ku wisa bikin, em bawer dikin ku zindan careke din wê li hemberî faşîzmê rolekî dîrokî bilîzin. Em hemû Dîlên Azadiyê yên Tirk û Kurd bi rêzdarî silav dikin û ji wan re serkeftinê dixwazin."