Têkiliya navbera Venezûela û DYE'yê qut bû
Serokdewletê Venezûelayê Nîcolas Madûro diyar kir, ku "piştî hewldana dagirkeriyê ya têkçûyî" têkiliya navbera DYE û Venezûelayê bi temamî qut bûye.
Serokdewletê Venezûelayê Nîcolas Madûro diyar kir, ku "piştî hewldana dagirkeriyê ya têkçûyî" têkiliya navbera DYE û Venezûelayê bi temamî qut bûye.
Madûro bi rêya tevna Telesûrê daxuyaniyek da û got, "Tevnên têkiliyê qut bûne. WhatsApp bersivê nade, telefon bersivê nade. Bêdeng in." Têkiliyên dîplomatîk ên navbera herdu welatan ji sala 2019'an û vir ve nîne.
Madûro got, "Bi sê karmendên cuda yên hikumeta Donald Trûmp me sê rê û rêbazên cuda ceribandin û peyam şandin, lê belê bêdeng in."
'HEWLDANA DAGIRKERIYÊ'
Madûro di daxuyaniyeke xwe de ya beriya niha yekser Trûmp kiribû hedef û îdîa kiribû ku wan hewldana "dagirkeriyê" têk birine.
Madûro hewldana ku îdîa dike li peravên Karabîkê roja Yekşemê têk birin, şiband Pêngava Kendava Berazan. Kubayiyên li sirgûnê sala 1961'ê bi piştgiriya DYE'yê ji bo hilweşandina rejîma Fîdel Castro hewl dabûn dagirkeriyê bikin, lê belê bi ser neketibûn.
Li gorî Serokdewletê Venezûelayê Madûro, di operasyonê de Lûke Denman ê 34 salî û Arîan Berry ê 41 salî yên hatin destgîrkirin, li hewldana dagirkeriyê mikur hatine û roja Duşemê hatine girtin.
Rêveberiya Washîngtonê ragihand ku ji bo anîna endamên berê yên hêzên taybet ên Emerîkayê Lûke Denman û Aîran Berry çi ji destê wan bê wê bikin.
Rêveberiya Trûmp meşrûiyeta Madûro red dike û wî bi dîktatoriyê sûcdar dike. Nêzî 60 welatan jî mûxalîfê rastgir Jûan Gûaîdo nas kirin ku Gûaîdo xwe weke Serokdewletê demkî ragihandibû.
Gûaîdo jî di hemû hewldanên xwe de yên heta niha bi ser neketiye. Pêkanînên rêveberiya Amerîkayê yên li ser Venezûelayê giran dibe. Edaleta Amerîkayê meha Adarê Madûro weke "narko-terorîzm" sûcdar kiribû. Madûro ku ji sala 2013'an ve li ser desthilatdariyê ye, ji Kuba, Çîn û Rûsyayê piştgiriyê werdigire.