Têkildarî teqîna Bostonê dîmenên gûmandaran weşandin

Têkildarî teqîna Bostonê dîmenên gûmandaran weşandin

Dîmenên du kesên ku tê gûmankirina teqîna li bajarê Bostona DYA’yê wan kiriye li çapemeniyê belav kirin.

Di dîmenên ku ji aliyê Buroya Lêpirsînê ya Federala DYA’yê ve hatin de du kesên çante li pişta wan û kom li serê wan dixuyên.

Berpirsê buroya FBI’yê Richard Des Lauriers, ew bawer dikin ku dê di derbarê nasnameya kesên êrîş pêkanîn hinek agahiyan bigirin û ew difikirin ku teqez kesek van kesane nas dike heye.

Di rojên borî de li Bostonê teqînekê rû da, sê kesan jiyana xwe ji dest da û zêdetirî 140 kesan jî birîndar bûn.