Tecrîda sedsalê sala 2012 jî berdewam kir

Tecrîda sedsalê sala 2012 jî berdewam kir

Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji 27’ê tîrmeha 2011’ê di Girtîgeha Xwedî Ewlekariya Bilind a Îmraliyê de di tecrîdeke girankirî de tê ragitin. Piştî ku AKP’ê piştî protokolên çareseriyê red kir, tecrîda girankirî ya li ser Ocalan di sala 2011 de dest pê kir û sala 2012 jî berdewam kir. Ev tecrîda li ser Ocalan weke “tecrîda sedsalê tê nirxandin”. Li hemberî vê yekê gelê Kurd dirûşima “Ocalan kilîda aşitiyê ye” qîriya.Di vê pêvajoya tecrîda 2011-2012 de serlêdana ji bo hevdîtina bi Ocalan re 143 caran bi hincet pûç û vala hatin redkirin. Birayê Ocalan, Mehmet Ocalan jî tenê karî 2 caran bi kekê xwe re hevdîtin pêk bîne.

Ji roja ku Ocalan şandin Îmraliyê heta îro gelek caran li rastî tecrîd û îozlasyonê hat. Di vê pêvajoyê de Ocalan li rastî zextên giran hat, hate tecrîdkirin. Gelek caran rojname nedan û mafê wî yê agahiyê girtinê hate qutkirin û mafê hevdîtina bi telefonê ya 10 deqeyan jî hate qedexekirin.

PÊVAJOYA TECRÎDÊN LI SER OCALAN

Piştî pêvajoya darizandina Ocalan hevdîtina parêzeran di 25'ê sibata 1999'an de dest pê kir. Di sala ewil de hefteyê 2 caran hevdîtina parêzeran pêk dihat û di 12'ê çileya 2000'an de hevdîtin daxistin rojekê. Di sala 1999'an de parêzer 46 caran bi muwekîlê xwe Ocalan re hevdîtin pêk anîn. Di sala 2000'an de hevdîtina parêzeran daxistin 32 caran. Di sala 2001'an de 33 caran hevdîtin pêk hat û di sala 2002'yan de 46 caran serlêdan hate kirin jê 12 hatin redkirin. Di sala 2003'yan de jî ji 27'ê mijdar û 12'ê adarê de hevdîtin hatin astengkirin û ji 25 serlêdanan 13 serlêdan hatin redkirin. Serlêdanên parêzeran ên di sala 2004'an de ji 25'an 6 hatin redkirin. Di sala 2005'an de jî ji 45 serlêdanan 15 hatin qebûlkirin. Di sala 2006'an de ji 59 serlêdanan 38; di sala 2007'an de ji 55 serlêdanan 25 hatin redkirin. Di sala 2008'an de 21 caran hevdîtin hatin astengkirin û bi giştî 147 rojan hevdîtin hate qedexekirin. Di sala 2009'an de jî serlêdanan parêzeran 11 caran hate redkirin û 77 rojan hevdîtin hate qedexekirin. Di sala 2010'an de jî ji 50 serlêdanên parêzeran 17 hatin redkirin û bi giştî 119 rojan hevdîtina bi Ocalan re hate astengkirin. Di sala 2011'an de hemû serlêdanên parêzeran ên ji bo hevdîtinê hatin redkirin.

TECRÎDÊ BANDORÊ LI ŞERT Û MERCÊN TENDURISTIYÊ KIR

Şert û mercên dijwar ên li girava Îmraliyê ku ji ber retûbetê bandorek mezin a nerênî li jiyana mirovan dike, bû sedema nerehetiyên teunduristî yên Ocalan. Adara 2007 parêzerên Ocalan derbarê lêkolîna li ser mûyek ji pora Ocalan de daxuyaniyek da û diyar kir ku muwekîlê wan tê jehrîkirin. Parêzeran da zanîn ku di avahiyê de rêjeya karbondîoksîtê ji sedî 75 e û serê li Serokwezaret, Odeya Tabîban û Komîteya Pêşîlêgirtina Îşkenceyê (CPT) û Dadgeha Mafê Mirovan a Ewropayê (DMME) dan û xwestin bikevin nava hewldanan. Hema piştî vê di nîsana 2007’ê de 20 roj cezayê hucreyê dan Ocalan. Li aliyeke din jî pirsgirêkên tenduristiyê her ku çûn dijwartir bûn.

TECRÎD VEGUHERÎ ÊRÎŞA FÎZÎKÎ

Li gel şert û mercên dijwar ên 13 salan ên li Girtîgeha Îmraliyê, Ocalan bi nexweşî û zextan re rû bi rû ma. Li gel nexweşiyan, tîrmeha 2008 careke din êrîşeke fîzîkî li hemberî Ocalan pêk hat. Pora Ocalan bê daxwaza wî hatin qûsandin. Cotmeha 2008 jî careke din avêtin huncerya ku weke “darbestê” bi nav dikir. Ocalan di hevdîtina 4’ê Tîrmeha 2008 bi parêzerên xwe re pêk anî de diyar kir ku bi darê zorê porê wî hatiye qûsandin. Ocalan vê yekê wiha şîrove kir: “Pora min qûsandin. Dewlet dibêje ‘em kengî bixwazin em ê di bin kontrolê de rabigirin, tişta em dixwaizn em ê bikin, tu di destê me de yî, tu 24 saetan di bin kontrola me de yi.”

NEXŞERÊ

Piştî daxuyaniyên Serokkomarê Tirk Abdullah Gul, Wezîrê Navxweyî Tirk ê wê demê Beşîr Atalay weke “Koordînatora Pêşîlêvekirina Kurd” hate peywirdarkirin û gelek hevdîtin pêk anî. Roja 5’ê tebaxa 2009 Erdogan bi Ahmet Turk de derbarê “Pêşîlêvekirina Kurd” de hevdîtin pêk anî. Li gel vê pêvajoyê Rêberê GelÊ kurd Abdullah Ocalan Nexşerêyek ji 156 rûpelan amade kir û 15’ê tebaxê 2009 radestê rêveberiya girtîgehê kir. Lê ev Nexşerêya Çareseriyê piştî salek û nîv gihişt ber destê raya giştî. Ocalan 2’yê tebaxa 2009 gotibû ku ew ê xwe vebikişîne û ev daxuyanî dabû: "Piştî ku min 15’ê tebaxê nexşerê pêşkêşê kir, ez ê xwe vebikişînim. Êdî dê gelê Kurd bi xwe biryar ji bo çareseriyê bide, PKK dê biryara xwe bide, DTP dê biryara xwe bide, gelê Kurd dê biryara xwe bide. Her kes dê bi xwe biryara xwe bide. Ez nikarim li vir biryarek derbarê kesên li serê çiyê de bidim. Li wir yê ku her roj eziyetê dikişîne. Her kom û her kes dê bi xwe biryara xwe bide. Nabe ez j îdi van şert û mercan de tiştek bibêjim. 40 hezar şehîdên Krudan hene. Nirxên wan hene. Mexdûriyeteke mezin heye. Kurd dê bi xwe biryara xwe bidin."

JI BO PÊŞÎ LI PÊVAJOYÊ VEBIKE

Ocalan piştî vê ragihand ku “di siyaseta demokratîk de xetimînek cidî heye” û ji bo pêşîlêvekirina pêvajoyê bang kir ku “Komên Aşitiyê” bên Tirkiyeyê. Piştî banga Oalan, 19’ê cotmeha 2009 du komên ku 4 jê zarok ji 34 kesan pêk dihat ji Mexmûr û Qendîlê hatin Tirkiyeyê. Komên Aşitiyê di deriyê Xabûr ê Silopî re derbas bûn. Hukûmetê roja destpêkê hatina komê bi awayek erênî nirxand lê di careke de helwesta xwe guhert. Piştre jî koma aşitiyê ya ku dê ji Ewropayê bihata hate betalkirin. Endamên komê serbest hatin berdan, lê paşê doz derbarê wan de hatin vekirin û hatin girtin.

HEVDÎTINÊN OCALAN Û HEYETA DEWLETÊ DEST PÊ DIKIN

Li aliyekê tecrîda girankirî ya li ser Ocalan dest pê kir, lê li aliyeke din Ocalan di hewldanên xwe yên ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd de berdewam kir. Di navbera salên 2008-2010 de hevdîtinên bi Ocalan re 66 caran hate astenkirin. Piştî ku Hakan Fîdan bû Musteşarê Giştî yê MÎT’ê hevdîtinên di navbera Ocalan û dewletê de dest pê kirin. Ocalan bal kişand ser operasyonên qirkirina siyasî ya li ser Kurdan û îşaret bi 31’ê gulan 2010 kir û got: “Ev pêvajo berdewam bike çi ye, ne feydeya wê heye, ne jî şert û mercên wê hene. Ez ê ji 31’ê gulanê û şûnde veibikişim.” Ocalan da zanîn ku ev ne banga şer e, lê êdî berpirsyartî dikeve ser milê KCK’ê. KCK’ê 13’yê tebaxê agirbest îlan kir û heta 20’ê berdewam kir. Roja 16’ê îlona 2010 li gundî Peyanisê komkujiyek pêk hat û di encama teqîna mayina li ber munîbusê hatibû danîn de 9 kesên sivîl jiyana xwe xwe ji dest dan. Ocalan bal kişand ser rastîhevhatina hevdîtina wî ya bi heyetê re û komkujiyê. Ocalan ev peyam dabû: “Ev teqîna ku pêk hat bombe xist binê hevdîtinan. Ev hevdîtin pir baş bûn, em bi hêvî bûn.”

MUTABEQEYA KONSEYA AŞITIYÊ

Ocalan di hevdîtina xwe ya heftane ku 6’ê tîrmeha 2011’ê pêk hat de derbarê hevdîtinên li Îmraliyê berdewam dikirin, protokolên berê pêşkêşê hukûmetê kiribû, dîroka 15’ê tîrmehê û Partiya Sîwan de daxuyaniyên girîng dan. Ocalan derbarê heyeta ku pê re hevdîtin çêkiriye û protokloên pêşkêşî Qandîlê kiriye de ev got: “Heyeta ku b imin re hevdîtin pêk anî û protokolên ku beriya hînga jî min pêşkêşî wan kiribû dixwazim van bînim zimên. Derbarê protokolan de di raya giştî de şaşiyek û şaştêgihîştinek heye. Karayilan jî qal kiribû. Wekî raya giştî şaş fêm kiriye protokol ji aliyê me û dewletê ve nehatine îmzekirin. Di Vê mijarê de şaşfêmkirinek heye. Protokol ne metnên îmzekirî ne tenê yên li ser mijarekê ku bo çareseriyê mirov li ser mûtabik dibin in. Protokol rêveker in, yên çareseriya dfigihîne û derbarê çareseriyê de bi dewletê re tiştên ku em ê li ser li hev bikin din ava xwe de dihewînin û metnên çareseriyê ne, protokolên çareseriyê ne. Protokol derbarê pêngavên şênber ên ku em ê di rojên pêş de bavêjin de ne. Mijara îmzekirina protokolan li holê nîn e. em hê nehatine wê merheleyê. Hê bi heyetan re li ser protokolan hevdîtin û xebat didomin, li ser tên xebitîn.”

Ocalan, ji bo daxuyaniyên xwe yên ku berê jî anîbû zimên ji bo 15’ê Tîrmehê got, “Êdî tu hukmê û wateya 15’ê Tîrmehê nemaye. 15’ê Tîrmehê ku me berê qal kiribû bila şaş neyê fêmkirin. 15’ê Tîrmehê ew bû ku dîroka hevdîtina me ya ligel heyetê nêzî 15’ê Tîrmehê bû lewma. Jixwe hevdîtina me ya bi heyetê re zûtir çêbû. Ji bo min a bingehîn hevdîtin bû ne 15’ê Tîrmehê. Ji ber ku me ev hevdîtin pêk aniye êdî tu hukmê û wateya 15’ê Tîrmehê ji bo min nemaye.” Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan got ku di hevdîtina dawî ya bi heyetê re ji bo avakirina Konseya Aştiyê gihiştine mûteqabatê. Di vî warî de Ocalan wiha axivî: “Di hevdîtina me ya dawî ya îro bi heyetê re lihevhatina me ya herî girîng û gava pratîk a divê bê avêtin, çêkirin û damezrandina Konseya Aştiyê bû. Ji bo damezrandina Konseya Aştiyê em bi heyetê re gihiştin mûtabaqatê. Jixwe ev yek di protokolan de cih digire. Damezrandina Konseya Aştiyê, gava pêwîst û ya dê bê avêtin gava herî girîng a şênber (bervbiçav) e. Divê mîsoger Konseya Aştiyê bê damezrandin. Konseya Aştiyê dê tenê saziyeke fermî ya dewletê be, ne jî tenê saziyeke (organeke) sivîl be. Konseya Aştiyê dê ji bo hewldanên aştiyê, pêkanîna aştiyê û çareseriyê bixebite. Divê Konseya Aştiyê di hundirê mehekê de yan jî di demeke kurtir (maweyeke kintir) de bê damezrandin.”

3 DAXWAZ

Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di hevdîtina tîrmeha 2011 de bang li dewletê kir û diyar kir ku tiştek êdî ew bikare di van şeru mercan de bike nemaye. Ocalan, destnîşan kir ku ew êdî dawî li bikaranîna xwe ya wekî taşeronê tîne û wiha got: “Ji îro şûnde ez dawî li vê tînim. Tiştê ku ez bikim qediyan. Ji vir şûnde ji bo ku ez rola xwe bidomînim, divê derfet ji bo tenduristî, ewlehî û bi awayekî azad hereket bikim hebe. Êdî ev tunebin ez nikarim tu tiştekî bikim. Pozîsyona min bi vî awayî zirarê dide dewletê jî kurdan jî. Hinek kesan digot ku Ocalan nikare di van şert û mecan de rêbertiya pratîk bike. Rast e mirov nikare biki. Di van şert û mercan de hevdîtinên aştiyê pêk nayên.” Piştî vê pêvajoyê hevdîtinên Ocalan ên bi parêzerên wî re hatin astengkirin û pêvajoya tecrîda girankirî dest pê kir.

LÊKOLÎNÊN DEMA BORÎ YA CPT

Komîteya Pêşîgirtina Îşkenceyê (CP) lêkolînên xwe yên li girtîgeha Îmrali di 27’ê sibat-3’ê darê de pêk anî. Piştî serdanê ji aliyê CPT ve raporeke ji 49 xalan pêk dihat hat avakirin. Di raporê de tiştên Ocalan di binçavan de jiya jî têde, di der barê gelek mijaran de ji hikûmeta demî re pêşniyar bir. Di raporê de ji pêşniyarên ku herî zêde derket pêş yek ev bû: “Girtina Ocalan ya di vê hawira ku ewlehiya wê gelek zêdeye, ev cihê bê deng û ji ber ku bi tena serê xwe tê hiştin dê bandoreke neyînî li ser tenduristiya zîhnî bike û ji bo ev tiştên neyînî bên derbaskirin divê ewlehiyên cuda bên girtin.” Serdana Duyemîn jî di 2001’an de ji ber ku parêzer bi hincetên ‘koster xerabem ye’ an jî ‘muxalefeta hewayî’ nekarîbû bi muvekîlên xwe re hevdîtinê bike, di 116-17’ê sibata 2003’an de pêk hat. Di rapora ku hat amadekrin de îzolasyona li ser Ocalan hatibû pêkanîn kirin rojevê û wiha hat gotin: “ Malbata Ocalan û parêzerên wî bi hincetên cur bi cur nekarin biçin hevdîtinê. Ji ber muxalefeta hewayî Ocalan ku nekaribe bi parêzerên xwe re hevdîtinê bike divê di rojeke din bi parêzerên xwe re hevdîtinê bike.CPT di navbera 19-22’ê Gulana 2007’an de di dema ku îdiayên ku Ocalan hatiye jehrîkirin hate rojevê û di rapora xwe ya 2010’an de raporek weşand de diyar ki ku li dijî rewşa li Îmraliyê hemû pêşniyar û hişyarî nehatine cih. Li gel raporên CPT Tirkiyeyê jî, bi navbeynkariya wezareta Karê Derve di nivîsên ku ji CPT’ê re nivîsî de bi awayekî vekirî xwest ku hinceta ku Ocalan wekê girtiyên din ji mafê xwe fêdeyê nagire cezayê dîsîplînê nîşan da.

CPT JI NÛVE HAT LÊ AGAHÎ NEDA

Heyeta CPT di navbera 21-28’ê hezîranê de hat Tirkiyeyê û li girtîgehan lêkolîn kir. Her çiqas bêjin yek ji van girtîgehan a Îmraliyê jî CPT der barê vêde tiştek negot. Di rapora ku CPT amade kir de cih dabû serdana xwe ya Tirkiyeyê û cih nedabû tespîtek xwe. Di raporê de der barê Ocalan de iwha got: “di 10’ê sibata 2012’an de nûnerên CPT li Strasbourgê bi Memurên Tirk yên paye bilind re, der barê rewşa Ocalan û girtiyên din yên Îmraliyê re hevdîtin pêk anî. Ji bo ku ev kes bi xizmên xwe û parêzerên xwe re hevdîtinan pêk bîne, di pratîkê de girîngiyeke mezin dan. Di hezîrana 2012’an de komîteyê bi wesîleya serdana ad hoc a li Tikriyeyêk anî de, li Enqereyê der barê vê de jî nîqaş kir.”

DEWLET JI HINCETÊN BI DEREW TENGEZAR NEBÛ!

Di ser astengkirina hevdîtinan de salek derbas bû. Ev tecrîda herî dirêj ya li ser Ocalane û ligel hemÛ hewldanên parêzeran bersivê neyînî hat dayîn. Parêzeran 143 caran serî li Dozgeriya Komarê da. Îdareya girtîgehê bi hincetên ‘ Konster xerabeye, hewa xerabe, koster di tamiratê de ye, faliyeta personel tune’ red kir. Hefteya borî ligel ku germahiya hewayê 40 derece bû dîsa bi hincet ku mudaxalefeta hewayê heye serlêdana parêzera red kir.

2012’AN DE BERDEWAM KIR

Tecrîdê di 2012’an de berdewam kir. Parêzer ji 27’ê tîremaha 2011’an de 143 caran ji bo hevdîtinê serî lê da, lê hat redkirin. 26 caran gotin muxalefeta hewayê, 69 caran gotin koster xerabeye. 2 9 caran jî gotin koster di tamiratê de ye. Di 13-15 hezîranê de keştî hat. Lê vê carê ewraqên kosterê kêm bûn.

TECRÎD BI OPERAYSONAN KÛR BÛ

Serokwezîrê tirk piştî daxuyaniya wî ya ‘cihekî dibêjin Buroya Hiqûqê ya Asrinê heye, ev parêzer talimatan ji Îmrali digirin’ şûnde di 22 mijara 2011’an de li hemberî Buroya Hiqûqê ya Asrinê operasyon pêk hat û 36 parêzer hatin girtin. Parêzerên ku para xwe tecrîda Îmraliyê girtin ji 2004’an heta hina dibin zextan de bû. Ji bo ku der barê Ocalan de axivîn bû mijara dozê. Ji 1999 heta 2005’an cezayê men danê. Ji 2005’an şûnde veguhertin cezayê girîgehê. Der barê wan de nêzî 300 dozî hat vekirin. Heta îr rastî 43 sal û mehek ceza hatin. Di 2004’an de der barê 16 parêzeran de Aysel Tugluk, Mahmut Şakar, Dogan Erbaş, Bekîr Kaya, Muzaffer Akad, Ayla Akat, Okan Yildiz, Firat Aydinkaya, Aydin Oruç, Devrîm Bariş Baran, Mahmut Vefa, Ahmet Avşar, Aydin Oruç, Hatîce Korkut û Turkan Aslan de doz hat vekirin. Ji her parêzerekî re salek û 6 mehan cezayê menkirî hat dayîn.

Di 2008’an de jî parêzer Ebru Gunay, Baran Pamuk û Hatîce Korkut jî salekî cezayê qedexekirina hevdîtinê girtin.

HIKÛMET TECRÎDÊ ÎTÎRAF DIKE

Li aliyekê ku tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan didome, serokwezîrê tirk Recep Tayyîp Erdogan û rayaderên hikûmetê jî di her firsetê de tecrîdê îtîraf dikin û parastinê dikin. Cigirê giştî yê srokê AKP û berdevê Partiyê Huseyîn Çelîk di 23’ê mijdarê de di daxuyaniya ku da de wiha got: “Der barê grevan de sozek nehatiye dayîn. Destûr ji bo hevdîtina Ocalan nayê dayîn. Ev kar vegeriyaye karê kuryeyê. Ji ber vê helwestek wisa me nîşan daye.” Erdogan jî di 3’ê mijdarê de di civînekê de wiha gotibû: “Ez vekirî dibêjim, ger malbat û xizmên wî bixwazin dikarin hevdîtinan bikin. Tu astengî tune. Lê di mijara parêzeran de wê bidin aliyekê.” Erdogan dîsa di 20’ê mijdarê de di axaftineke xwe de wiha got: “Hun dizanin Îmrali naxwaze her hefte bi malbatê re hevdîtinê bike. Lê vê carê qebûl kir. Mehmet Ocalan çû hevdîtinê, û der barê bidawîkirina grevan de ji îmrali peyam girt. Em li dijî vê dernayê. “

HEVDÎTINA BI BIRAYÊ WÎ RE ÇÊNEBÛ

Birayê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan Mehmet Ocalan 21’ê Îlona 2011 çû Girava Îmraliyê û bi Ocalan re hevdîtin pêk anî. Mehmet Ocalan diyar kir ku di 15 mehan de tenê kariye 2 caran hevdîtin bi kekê xwe Ocalan re pêk aniye. Mehmet Ocalan cotmeha 2011 bi kekê xwe Ocalan re hevdîtin pêk anî. Ocalan dgot: “Ne me pêvajoyê xetimand. Çapemeniya Tirk û hemû qûnciknivîsên rojnameya dibêjin ku em bûne sedema xetimîna hevdîtinan. Lê ne me pêvajoyê xetimand. Divê nivîskar rastî û duristiyan binivîsînin. Tiştên ku niha dinivîsin, tu feydeya wan ji bo aşitiyê tune ye. Ger ji niha û pêve tiştên ku feyde bidin aşitiyê binivîsin ew ê baştir bibe.”

Mehmet Ocalan 19’ê çileyê çû Îmraliyê, lê Ocalan nedît. Mehmet Ocalan, pirsa rojnamegeran a "hevdîtin çawa derbas bû" wiha bersivand: "Li gorî agahiya me ji midûrê girtîgehê girt, nivîsek hatiye şandin. Abdullah Ocalan di nivîsa xwe de wiha gotiye: 'Ev der gelek hasas e. Derketina me ya hevdîtinê gunçav nîn e' Tu agahiya me bi tiştên li wir çêdibin tuneye. Agahiya midûr daye me evqas e." Mehmet Ocalan li ser pirsa rojnamegeran a ‘Abdullah Ocalan nexwest bi we re hevdîtinê bike’ jî wiha got: "Ya midûrê girtîgehê ji me re got ev e."

LI STRASBOURGÊ GREVA BIRÇÎBÛNÊ YA MEZIN

Roja 1’ê Adara 2011 li Ewropayê li hemberî tecrîda girankirî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan çalakiyek mezin hate destpêkirin. Li bajarê Franse Strasbourgê ku Kosneya Ewropa û Komîteya Pêşîlêgirtina Îşkenceyê lê ne, Rojnamevan-nivîskar Fuat Kav, Gonul Kaya, Ahmet Çelîk, Mecbure Ozer, Harun Yilmaz, Ahmet Kiliç, Emîne Benek, Gulîstan Hasan, Nîgar Enayatî, Erol Polat, Îmam Yildiz, Oner Uludag, Kerîm Sîvrî, Tarik Yusufî û Hasan Acar dest bi greva birçîbûnê ya bê dem û bê dor kir. Ev greva birçîbûnê di raya giştî ya cîhanê de dengek mezin veda. CTP çû Tirkiyeyê û ji bo bidawîbûna greva birçîbûnê gelek kesayetên naskirî û dost ketin navberê. Di roja 52’emîn de çalakgeran dan zanîn ku ew gihiştine wê encamê ku dê saziyên peywendîdar bi çalakiya wan re eleqeder bibin û dê di pratîkê de xwestî wate be” û bi vî awayî dawî li greva xwe anîn.

LI EWROPAYÊ OTOBUSA JI OCALAN RE AZADÎ

Li Ewropayê, 8’ê Îlonê li bajarê Almanya Manheimê tura otobusê ya bi navê “Ji Ocalan re Azadî” hate dest pê kir. Otobus di 78 rojan de li 10 welat û 92 bajarên Ewropayê geriya û roja 24’ê mijdarê li bajarê Almanya Dusseldorfê bi meş û mitîngek mezin hate bidawîkirin.

GIRTIYAN DEST BI GREVA BIRÇÎBÛNÊ KIRIN

Girtiyên ji doza PKK û PAJK’ê roja 12’yê Îlonê ragihandin ku ew bi daxwaza sererastkirina şert û mercên tenduristî, ewlehî û tevgera azad a Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dest bi greva birçîbûnê ya bêdem û dorveneger dikin. Roja 5’ê mijdarê 10 hezar girtiyan bi hev re dest bi greva birçîbûnê kirin. Greva birçîbûnê bû rojeva Tirkiye û cîhanê. Piştre endamên Daîmî yên Meclîsa KCD’ê û Parlementerên BDP’ê di roja 65’emîn de dest bi greva birçîbûnê kirin. Roja 14’ê mijdarê jî Parlementera Serbixwe ya Amedê Leyla Zana jî ket greva birçîbûnê. Di roja 67’emîn de agahiyek ji Ocalan hat.

HEVDÎTINA DAWÎ LI GREVA BIRÇÎBÛNÊ ANÎ

Roja 17’ê mijdarê Birayê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan Mehmet Ocalan, çû Girava Îmraliyê û bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re hevdîtin pêk anî. Mehmet Ocalan, diyar kir birayê wî gotiye bêyî têkevin nava fikaran bi lezgîn dest ji çalakiya greva birçîbûnê berdin. Mehmet Ocalan der barê hevdîtinê de wiha got: "Ez îro çûm Girava Îmraliyê. Min bi kekê xwe Birêz Abdullah Ocalan rû bi rû hevdîtin pêk anî. Birayê bin der barê greva birçîbûnê de diyar kir ku bêyî dem derbas bibe bila zû dest ji grevê berdin. Birayê min xwest ez vê yekê bi raya giştî re parve bikin. Daxuyaniya birayê min wiha ye:

"Kesên ketine greva birçîbûnê, kar û barê kesên li derve ku bikin dane ser milê xwe û pêk anîne. Kesên li derve jî bila kar û barê xwe neavêjin ser girtiyên ku di nava çar dîwaran de di nava şert û mercên giran de dijîn . Greva birçibûnê, bi awayekî şêwazek ne rast e. Ger ku dê greva birçîbûnê pêk bê, divê ne kesên li hundir kesên li derve têkivin grevê. Greva birçîbûnê pir bi wate ye. Çalakî gihiştiye armanca xwe û wateya xwe dîtiye. Bêyî ku têkevin nava fikaran û ramanan bila bi lezgîn dest ji çalakiya greva birçîbûnê berdin. Ez li vir ji hemû kesên ketine greva birçîbûnê bi taybetî kesên koma pêşî û duyemîn yek bi yek silavan dişînim."

Hema wê rojê parlementerên BDP’ê bi girtiyan re hevdîtin pêk anîn û diyar kirin ku girtiyan gotine “Banga Rêberê me ji bo me esas e.”

OCALAN: BI ŞEV Û ROJ DIHIZIRIM

Ocalan di hevdîtina bi birayê xwe Mehmet Ocalan re pêk anîbû de wiha bersiva çapemeniya Tirk a ku digot “Ocalan di keyfê dike” dabû: “Ez li vir dibêjim lazim e bi lezgîn dawî li grevê bînin. Dema du vegeriya Stenbolê bi rêya çapemeniyê ragihîne. Ev çalakî gihiştiye armanca xwe. Ev çalakî ji bo min pir bi wate û girîng e. Ez bawer dikim ku gihiştiye cihê xwe. Tenduristiya min baş e. Li şûna tenduristiya min ez li geşedan û rewşa girtiyan difikirim. Ez bi şev û roj difikirîm. Têkoşîna min ji bo vê yekê ye. Ez li rê û rêbazan digerim. Dibêjin 'Ocalan li Îmraliye li keyfa xwe dinêre' Bila her kes baş zanibe ku ji bo ev pêvajo baş birêv biçe ez li vir di nava lêhûrbûnek mezin de me. Ji bo êşên li ser gelê kurd bi dawî bibin, pirsgireka kurd çareser bibe û bi tevahî pirsgirêk ji holê rabe ez di nava hewldana de me. Ez bi şev û roj vê yekê difikirim û ji bo wê têdikoşim."

PIŞTÎ SÊ ROJAN KEŞTÎ DÎSA XIRA BÛ

Serlêdana hevdîtina parêzerên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi miwekîlê xwe re 3 roj piştî daxuyaniyên Ocalan careke din hate rekirin. Her çendî hatibû gotin ku ji bo “Îmraliyê wesayiteke nû ya deryayî anîne”, lê mejiyê dewleta Tirk neguherî û dîsa got: “koster xirabe ye.” Ji parêzerên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan Mazlûm Dînç, Rezan Sarica û Huseyîn Bogatekîn, ji bo bi muwekîlê xwe Ocalan re hevdîtina hefteyî pêk bînin serî li Dozgeriya Komarê ya Bûrsayê dan. Lê serlêdan careke din bi hinceta “koster xirabe ye” hate redkirin. Çapemeniya Tirk di van demên dawiyê de nûçeyek spartin rayedarên hukûmetê û îdîa kiribûn ku keştiyeke nû yak u dikare di hemû şert û mercên dijwar de biçe Îmraliyê. Serokwezîrê Tirk Recep Tayyip Erdogan jî 3yê mijdarê dabû diyarkirin ku “dikare bi malbata xwe re hevdîtin pêk bîne, lê hevdîtinên bi parêzeran re bidin aliyekê”.

BÎLANÇOYA DEREWA 13 SALAN

Piştî pêvajoya darizandina Ocalan hevdîtina parêzeran di 25'ê sibata 1999'an de dest pê kir. Di sala ewil de hefteyê 2 caran hevdîtina parêzeran pêk dihat û di 12'ê çileya 2000'an de hevdîtin daxistin rojekê. Di sala 1999'an de parêzer 46 caran bi muwekîlê xwe Ocalan re hevdîtin pêk anîn. Di sala 2000'an de hevdîtina parêzeran daxistin 32 caran. Di sala 2001'an de 33 caran hevdîtin pêk hat û di sala 2002'yan de 46 caran serlêdan hate kirin jê 12 hatin redkirin. Di sala 2003'yan de jî ji 27'ê mijdar û 12'ê adarê de hevdîtin hatin astengkirin û ji 25 serlêdanan 13 serlêdan hatin redkirin. Serlêdanên parêzeran ên di sala 2004'an de ji 25'an 6 hatin redkirin. Di sala 2005'an de jî ji 45 serlêdanan 15 hatin qebûlkirin. Di sala 2006'an de ji 59 serlêdanan 38; di sala 2007'an de ji 55 serlêdanan 25 hatin redkirin. Di sala 2008'an de 21 caran hevdîtin hatin astengkirin û bi giştî 147 rojan hevdîtin hate qedexekirin. Di sala 2009'an de jî serlêdanan parêzeran 11 caran hate redkirin û 77 rojan hevdîtin hate qedexekirin. Di sala 2010'an de jî ji 50 serlêdanên parêzeran 17 hatin redkirin û bi giştî 119 rojan hevdîtina bi Ocalan re hate astengkirin. Di sala 2011'an de hemû serlêdanên parêzeran ên ji bo hevdîtinê hatin redkirin. Piştî hevdîtinan parêzeran a di 27'ê tîrmeha 2011'an de 42 serlêdan nehatin qebûlkirin. Qedexekirina hevdîtinê ya di 27'ê tîrmeha 2011'an de dest pê kir di sala 2012'yan de berdewam dike. Serlêdanên di sala 2012'yan ên heta 2'yê nîsanê hemû hatin redkirin. Tecrîda 13 salin li ser Ocalan berdewam dike qedexeya hevdîtina herî dirêj di 27'ê tîrmeha 2011'an de dest pê kir û berdewam dike. Tecrîd û qedexeya hevdîtina li ser Ocalan ket 251 rojan. Di vê pêvajoyê de 59 serlêdanên parêzeran hatin redkirin.Di sala 2008'an de cezayên hucreyê li dijî Ocalan pêk hat û 120 rojan bi malbatê re jî hevdîtin nekir. Qedexekirina hevdîtina bi Ocalan re di pêvajoya geşedanên girîng ên pirsgirêka kurd û pêvajoya qrîz pêk hat dest pê kir. Sala 2008'an bi operasyona dersînor, sala 2009'an hilbijartinên herêmî û operasyhona li dijî siyasetmedarên kurd tê zanîn. Di sala 2010'an de nîqaşên agirbestê zêdebûn û di sala 2011'an de hevdîtinên Osloyê dest pê kirin û piştî hevdîtin xitimîn qedexeya hevdîtinan dest pê kir. Parêzerên Ocalan ji 27'ê tîrmeha 2011'an heta niha (517 rojin) nikarin bi muwekîlê xwe re hevdîtinan bikin. Parêzerên ku heta niha 143 hefte ne serlêdanê dikin, her tim bi hincetên "Kêştî xerabeye", "Rewşa hewayî", "Kêştî di temîrê de ye" û "Kêştî ji temîrê hate lê belgeyên wê kêm in" tên redkirin û hevdîtin tên astengkirin.