'Tecrîda li ser Ocalan tê wateya şer'

Dayikên Aştiyê destnîşan kirin, ku agahînegirtina ji Ocalan wê rê li ber şerekî topyekûn vedike û gotin, "Erdogan û AKP'ê wê di binê vê de bimînin. Em dixwazin agahiyê ji Rêberê xwe bigirin."

Tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di nava salekê de girantir bûye. Parêzerên Ocalan vê rewşê ji tecrîdê wêdetir weke 'windabûnê' bi nav dikin. Dayikên ji Însiyatîfa Dayikên Aştiyê ya Stenbolê diyar kirin, Ocalan mifteya şer û aştiyê ye û ji rejîma Erdogan û AKP'ê re gotin, "Hebûna Ocalan hebûna gelê Kurd e."

'RÊBERTÎ VÎNA GELÊ KURD E'

Dayika Aştiyê Ezîne Dal bibîr xist, ku ev saleke wan ti agahî ji Ocalan negirtine û tenê birayê wî carekê ew dîtiye. Dal diyar kir, Ocalan ji bo gelan mifteya aştî û demokrasiyê ye û got, "Rêbertî ne tenê ji bo Kurdan, ji bo rizgariya Tirkan jî girîng e. Tecrîda li ser Rêberê me tecrîda li ser gelê Kurd e."

Dal destnîşan kir, ku divê tecrîda li ser Ocalan tavilê bê rakirin û bang li rejîma AKP-Erdogan kir: "Bila Erdogan û AKP xwe û kesî nexapînin; Kurd gelekî berxwedêr e, heta dawiyê dilsozê Rêberê xwe ye û ti carî dev ji Rêberê xwe bernade."

Dal anî ziman, Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan vîna gelê Kurd e û destnîşan kir, ku ew nebe wateya tiştekî ji bo gelê Kurd nîne.

'RÊBERTÎ NEBE, ŞER NASEKINE'

Sakîne Guven da zanîn, ku tecrîd zilmeke gelekî mezin e. Guven diyar kir, ew ê serê xwe li ber kesên vê zilmê li wan dikin netewînin û ji dewleta Tirk û Erdogan re got, "Sebra gelê Kurd nefûrînin. Gelê Kurd serî li ber we natewîne. Rêberê me nebe ne aştî dibe, ne jî rijandina xwînê diqede." Guven ragihand, ew nikarin agahiyê Rêberê Gelê Kurd Ocalan bigirin, rewşa heyî ji tecrîdê jî wêdetir e û got, "Em gelekî bi fikar in. Bi ti awayî nikarin agahiyê ji Rêberê xwe bigirin. Em nizanin bê çi bi Rêberê me kirine. Pêwîste tavilê daxuyaniyek li ser rewşa Rêberê me were dayin û hevdîtin pê re bê kirin."

'GELÊ KURD NE YÊ TIRSANDINÊ YE'

Emîne Erbek da xuyakirin, ku rejîma KAP û Erdogan hewl dide bi rêya tirsê tecrîdê bi gelê Kurd bide qebûlkirin û bang li gelê Kurd kir ku li dijî tecrîdê dakeve kolanan. Erbek destnîşan kir, bi tirsê gelê Kurd wê dev ji Rêberê xwe bernede û got, dewleta Tirk û Erdogan bi şidandina tecrîdê re bi lez û bez dawî li xwe tîne.

REXNEYA TECRÎDÊ LI SAZIYÊN DEMOKRATÎK Û PARTIYAN HATE KIRIN

Guler Bûgday bibîr xist, tecrîd weke polîtîkayeke dewletê bi rengekî dijminane li dijî Ocalan tê meşandin û bal kişand ser girîngiya kar û barên HDP'ê û saziyên din ên li dijî tecrîdê. Bûgday diyar kir, saziyên divê pêşengiyê ji gelê re bikin, lazim e li dijî tecrîdê bikevin nava liv û tevgerê û xwest, hemû partiyên siyasî, saziyên demokratîk, hêzên dost, rewşenbîrên Tirk û gel derhal bikevin nava tevgerê. Bûgday di dewama axaftina xwe de got, "Tecrîda li ser Rêber Ocalan, ne tenê bandorê li Kurdan dike, her wiha bandor û encamên giran ji bo Tirkan û gelên din jî bi xwe re tîne. ji ber vê yekê hemû gel û nûnerên wan divê li hemberî tecrîdê rabin ser piyan. Em ji HDP'ê dixwazin ku pêşengiyê ji vê pêvajoyê re bike."

Bûgday destnîşan kir, gelê Kurd amade ye bi her awayî berdêlan bide û got, gelê Kurd amade ye ji bo Rêberê xwe her tiştî bike.