Tecrîda li ser Ocalan li Rûsyayê hate şermezarkirin

Kurdistaniyên li Rûsyayê dijîn, bi çalakiyan tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û êrîşên dewleta Tirk ên li ser kantona Efrînê şermezar kirin.

Saziyên Kurd ên li Federasyona Rûsyayê ji bo şermezarkirina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û êrîşên dewleta Tirk ên li ser kontona Efrînê li bajarên Moskova û Saratovê çalakî lidar xistin.

MOSKOWA

Saziyên Kurd ên li paytexta Federasyona Rûsya Moskowayê daxuyaniyek dan çapemeniyê û  tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û êrîşên dewleta Tirk ên li ser Rojavayê Kurdistanê şermezar kirin. Daxuyanî li ber avahiya Mala Kurdan hate dayin. Rêveberên saziyên Otonomiya Federal a Çandî û Neteweyî ya Kurdên li Rûsyayê, Yekîtiya Saziyên Kurd ên Civakî, Rêxistina Êzdîxanê, Organîzasyona Jinên Kurd ên Moskowa û Rêxistina Jinên Kurdên Rûsyayê di dema dayina daxuyaniyê de amade bûn.

Endama rêvebiriya Rêxistina Jinên Kurd ên li Rûsyayê Kurdistan Lezgiyava daxuyanî xwend û got, "Ji roja dîlgirtinê û vir ve Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li Girava Îmraliye di nava tecrîdeke giran de ye. Di dema rêveberiya faşîst a Erdogan de tecrîda li ser Rêberê me ji her demê girantir bûye. Êdî tendûristî û jiyana Rêberê me bi awayekî cîdî di rewşeke xeteriye de ye.

'HEBÛN Û JIYANA SEROKÊ ME, HEBÛN Û JIYANA ME YE'

Ji sala 2011'an vir ve li ser serokatiya me tecrîd û zextên pir giran hene. Mafên wî yên însanî hatine astengkirin. Hevdîtina bi parêzeran û malbatê re hatine qedexekirin. Em gelê Kurd ji Serokatiya xwe ti agahiyê nagirin. Rewşa Serokatiya me çi ye, tendurîstiya we çawa ye em nizanin. Ev yek me dixe nava tirs û fikaran. Wan rojên dawî jî, xeberên wek 'Serokatî windaye" di nûçeyan de derdikeve. Hebûn û jiyana serokatiya me, hebûn û jiyana me ye. Hebûna gelê Kurd e. Rastiya dewlet tirk û hikumeta Erdogan tê zanîn çiqas faşîst û dîktator e. Her tiştî dikare bike. Ji ber vê jî em di serî de bang li hemû gelê Kurd dikin, li hember vê rewşê hişyar û çalak bin. Dîsa bang li mirovên demokrat, CPT û hemû raya giştî ya cîhanê dikin ku li hember vê rewşê bêdeng nemînin. Ew sûcê mirovahiyê ye. Bêdengî jî, şîrîkê vê sucê bûn e. Em gelê Kurd ê qada Essengê, wan êrîşên li ser serokê xwe bi tundî şermezar û lanet dikin.

Weke ku em dizanin û dişopînîn, desketiyên û serketina ku gelê me li Rojava bi dest xistiye, ji aliyê hêzên derve û taybeti ji aliyê dewleta tirk a faşîst ve nayê hazimkirin. Weke Kobanê, niha jî amadekariya êrîşeke îmhayî li ser Kantona Efrînê dikin. Bi tank û topan niha êrîşê Efrînê dikin. Lê çawa ku li Kobanê kli bin ketin wê li Efrînê jî li bin bikevin. Em li gel gelê xwe yên Efrînê ne. Li gel hêzên YPG û YPJ ne. Em wek gelê Essengê yên ku li Moskowayê dijîn, bi tundî wan êrîş û planên AKP’ê û dewleta tirk şermezar dikin û lanet dikin."

SARATOV

Kurdistaniyên li navçeya Erşovê ya Saratovê dijîn, tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan şermezar kirin. Çalakiya şermezarkirinê li pêşiya avahiya Navenda Çanda Kurd hate lidarxistin û gelek Kurdistanî tevlî bûn.

Endamê Meclîsa Kurdên Erşovê Îsa Ûsmanov li vir axivî û bal kişand ser tecrîda şidandî ya li ser Ocalan. Ûsmanov got: "Ev demek dirêj e li ser Rêbertiya me tecrîdek hovane heye. Kurd bi ti awayî vê tecrîdê qebûl nakin û ji bo tecrîd tavilê bê rakirin em bang li dewleta Rûsyayê û hemû aliyên aştîxwaz dikin ku bikevin nava hewldanan. Salvegera roja rojiya dîrokî ya lehengên zindana Amedê jî em bi bîr tînin û li ber bîranîna berxwedana 14’ê Tîrmehê bejna xwe ditewînin. Berxwedana zindana Amedê ruhê berxwedêr û serketinê da hemû Kurdan. Bi vî ruhî em ê tecrîda li ser Serokê xwe rakin."