Tecrîda li ser Ocalan li Bîel û Rennesê hat şermezarkirin
Tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li bajarê Bîel ê Swîsreyê û bajarê Rennes ê Fransayê hat şermezarkirin.
ANF
BÎEL / RENNES
pêncşem, 8 rezberê 2016, 07:42
Li bajarê Bîel ê Swîsreyê, Komuna Jinê ya Arîn Mîrkan ji bo şermezakirina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan her rojên Çarşemê bi rengekî bênavber çalakiyan lidar dixe.
Kurdistanî û dostên wan li Zentralplatzê li hev civiyan û tecrîda li ser Ocalan şermezar kirin. Di çalakiyê de zarokan belavokên bi zimanên Îngilîzî û Elmanî yên li ser rewşa Ocalan belav kirin.
Di axaftinan de daxwaza rakirina tecrîdê hat kirin û hat gotin, divê der hal hevdîtin bi Ocalan re bê kirin. Qisekeran grevên birçîbûnê yên li Strasboûrg û bajarên Kurdistan û Tirkiyeyê silav kirin û diyar kirin, heta rakirina tecrîdê ew ê jî her rojên Çarşemê çalakiyên xwe bib iryardarî bidomînin.
Çalakî bi qîrîna dirûşman qediya.
RENNES
Li bajarê Rennes ê Fransayê, ji bo şermezarkirina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan meşek hat lidarxistin.
Li dû vê meşê, ku bi pêşengiya Komeleya Jinê ya Zîn hat organîzekirin, li Place de la Maîrîe çalakiya rûniştinê pêk hat.
Bi qasî 50 kesên tevlî çalakiyê bûn dirûşmên "Ji Ocalan re azadî", "Bê Serok jiyan nabe" qîriyan. Der barê armanca çalakiyê de gelek belavokên bi zimanê Fransî hatin belavkirin.