Otonomiya Çanda Kurd a Adigeyê-Meclîsa Rêveber a Agirî, ku li Komara Xweser a Adigeyê ya li Federasyona Rûsyayê ye, daxuyaniyek da çapemeniyê û tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan şermezar kir.
'EM RÊXISTINBÛNA XWE XURTIR BIKIN Û TECRÎDÊ BIŞIKÎNIN'
Endamên meclîsê li ber avahiya otonomiyê li hev civiyan. Li ser navê çalakgeran Hevserokê Otonomiyê Feyzo Huseyîn axivî û got, "Dewleta Tirk a faşîst, bi tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re dixwaze vîna gelê Kurd bişikîne. Ocalanl bi vîn û sekna xwe, di nava gelê Kurd de vîneke mezin afirandiye. Gelê Kurd ê xwe bi felsefeya Ocalan bi rêxistin kiriye, wê tecrîda li ser Rêberê xwe bişikîne. Dewleta Tirk a faşîst, ne tenê li Bakurê Kurdistanê li hemû cihên gelê Kurd lê rêxistinbûyî ye êrîş dike û dixwaze vîna gel bişikîne. Pêwîste gelê Kurd rêxistinbûna xwe xurtir bike û vê lîstika qirêj a dewleta Tirk ji hev bixe."
Piştî daxuyaniyê, endamên meclîsê axivîn û li ser mijarê nêrîna xwe anîn ziman.