Tecrîda li Îmraliyê û kongreya neteweyî ya Kurd

Divê rastiya Rêber Abdullah Ocalan, ku 6 sal in bi parêzerên xwe re nikare hevdîtin bike, du sal û nîv e bi ti kesî re hevdîtin nekiriye û 18 sal û nîv e jî di bin sistema tecrîda Îmraliyê de ye, baş were fêhmkirin.

Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK), hefteya derbasbûyî li Silêmanî di asta konferansekê de civînek pêk anî. Di civînê de ku li Kurdistanê rewşa siyasi-leşkerî û yekitiya neteweyî a Kurd  hatî nîqaşkirin, ji çar beşên Kurdistan û derveyî welat, nûnerên 350 partî û rêxistinan, rewşenbîr, nivîskar, hûnermend û rûspiyên civaka Kurd tevlî bibûn. Di vê civînê de tenê PDK a Başûrê Kurdistan û partiyên piçûk ên li Rojava û Rojhilat ên girêdayî wan tevlî nebûn. Civîna KNK'ê bi nîqaşên ciddî yên sê rojan biryarên girîng girt. Civîna ku pêkhat û encamnameya ku hatiye eşkerekirin, di nava civaka Kurd de careke din rê li pêşiya hêviyên yekitiya neteweyî vekir û şîn kir.

Wek tê zanîn, cara pêşî yê ku fikra Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê bilêv kir û der barê wê de nîqaşên ciddî kir, Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bû. Serokên mîna Barzanî û Talabanî, ev têgehe herî zêde weke amûrekê tekoşînê li dijî hev bikaranîn. Lewra ev têgeh, ne li gorî navê xwe û ji bo yekitiya neteweyî, beravajî vê, ji  bo parçekirina Kurdan û şerên navxweyî hate bikaranîn. Yê ku fikrê Kongreya Neteweyî, ji partiyên ku li dijî hevdu bikar tîne dûrxist, bi tevlîbûna hemû partiyan re fikr û helwesta avakirina demokrasiya Kurd bi pêş xist û serdest kir Rêber Abdullah Ocalan e.

Hefteya bihurî yê ku civîna li Silêmaniyê amade kir û yê ku KNK jî ava kiriye dîsa Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan e. Eger bi rêya komploya navneteweyî pêşiya wî nehatiba girtin, wê rêxistinbûyîna KNK'ê di rêya çareserkirina pirsa Kurd de weke amûrekê siyasî û demokratîk bi kar anî bûya û ji bo danûstandinên siyasî û xebatên çareseriyê jî rêbertiya wê bikira. Ji ber vê yekê, amadekariyên avakirina KNK'ê û derketina xwe yên li Ewropayê bi hevre bi rê ve bir. Lê dema ku di 9'ê Cotmeha 1998 û 15'ê Sibata 1999’an bi komploya navneteweyî pêşiya wî hate girtin, ev projeya mezin pêk nehat. Weke encam KNK, piştî komploya 15'ê Sibatê hate avakirin û tesîra xwe ya kêm jî heya îro, mîna rêxistinekê xebata yekitiya neteweyî pêk tîne berdewam kir.

Her çendî navê wê "Kongreya Neteweyiya Kurdistan" be jî, ji ber ku rêxistinên mîna PDK û YNK'ê rê li pêşiya komploya 9'ê Cotmeh û 15'ê Sibatê vekirin, yekitiya neteweyî ya Kurd perçe bibû, lewma ti caran nekarîn xwe bigehînin naveroka vî navê. Herî zêde piştgiriya PKK'ê dikir, lê mîna platformekê yekitiya neteweyî ya rêxistin û kesayetên serbixwe têde cih digirtin bi rê ve çû. Piştre bi tevlîbûna YNK û rêxistinên nêzî wan, tesîr û temsîliyeta yekitiya neteweyî hinekê din zêde bû. Heta demekê hinek hêzên girêdayî PDK'ê jî, weke çavdêr tevlîbûn nîşan dan. KNK'ê, 18 salên xwe de ji bo platformekê yekitiya neteweyî û herwiha, kar û xebatên girîng yên dîplomasiyê jî birêve birin.

Di sala 2013-2014’an de ligel xebatên "pêvajoya çareseriyê" yên Rêber Abdullah Ocalan, diheman demê de jibo kombûna Kongreya Neteweya Kurdistan gelek xebat û gavên girîng hatin avêtin. Bi tevlîbûna PDKê re "Civîna Komîteya Amadekar" ya tevahiya berdevkên partî û rêxistinan pêkhat. Li ser vê bingehê hêviyek mezin a derbarê lidarxistina Kongreya Neteweyî, di civaka Kurd û hemû partiyan de avabû. Lê jiber helwesta PDKê yakû her têkiliyên  xwe bi AKPê ve girêdide û di encama daxuyaniya Tayib Erdogan a bi dawî kirina "Pêvajoya Çareseriyê" di Newroza 2015’an de, PDKê xwe ji kar û xebatên Kongreya Neteweyî paşde kêşand û vala derxist; hêviyên lidarxistina Kongreya Neteweyî jî ji holê rabûn.

Niha KNK’ya ku li Ewrûpa di sala 1999’an de avabûye, xebat û hêviyên Yekitiya Netewî, ku ji aliyê PDKê ve hatine sabotekirin ji nûde pêşbêxin, di nava hewldanê de ne. Jixwe ew nêzî çend mehin ji aliyê şandeyekê ve, li Başûrê Kurdistanê de hevdîtinên piralî dikirin. Civîna herî dawî ku di asta konferansekê de bû, piştî encamên van hevdîtinan û jibo mayîndekirina van xebatan pêkhat. Her çiqas bi astengiyên PDKê re rû bi rû mabe jî, diyar dibe ku PDK di her aliyan de tengavbûye û hatiye tecrîd kirin.

Di civîna KNK'ê ya li Silêmaniyê de mijarekê din ya bi baldarî hatî nîqaşkirin jî, li îşkencexaneya Îmraliyê dîlgirtina Rêber Abdullah Ocalan bû, ku du sal û nîv e ti kes wî nabîne Di rewşa heyî de gelê Kurd ji tenduristî û ewlehiya Rêber Abdullah Ocalan bê xeber e. Vê rewşê di gelê Kurd û dostên wan de acizî û nerazîbûnek mezin afirandiye. Gelê Kurd rewşa Rêberê xwe meraq dike û di nava metirsiyekê de ye. Lewra ne mumkune KNK ya ku xwe weke platforma Yekitiya Neteweyî dibîne, mijara sereke ya di rojeva gelê Kurd de ye nebîne.
 
Ji xwe, di xebatên avakirin û damezrandina KNK'ê de, kesê ku herî zêde ked daye Rêber Abdullah Ocalan e. Her çiqas 19 sal in di bin sistema îşkenceya Îmraliyê de be jî, dema ku derfet dîtiye, hewl daye ku xebatên KNK'ê bihêztir bike. Ev rastî jî diyar dike, ku divê rewşa Rêber Abdullah Ocalan ji bo KNK'ê bibe rojeva sereke. Wekî din, astengkirina hevdîtina bi Ocalan re ku ev du sal û nîv e tê kirin, rewşa Rêber Abdullah Ocalan ji bo Kurdan dike rojeva sereke û di civîna KNK'ê de jî ne gengaze ku li ser vê rastiyê ne rawestin.

KNK'ê jî di vê civînê de weke rêxistin û saziyên Kurd, hêzên ku li Îmraliyê tecrîdek giran dimeşînin hişyar kiriye û li dijî tecrîda girana ya li Îmraliyê, banga tekoşînê li tevahiya Kurdan û raya giştî ya navneteweyî re kiriye. Di dîrokê de jî nimûneyên mina pêkanîn li Îmraliyê nehatine dîtin û tecrîda li ser Rêber Abdullah Ocalan jî di asta rehînebûnê de ye. Dixwazin bi kiryarên psikolojîk û zexta fizîkî Rêber APO dest ji fikr û armancên xwe yên siyasi berbide û jixwe bi rojane di bin tehdîtê de ye.

Li gel Rêber Abdullah Ocalan ji 5'ê Nîsana 2015’an heya niha, ti hevdîtinên ciddî ne hatine kirin. Bi tenê ji aliyê birayê wî ve, di 11’yê Îlona 2016’an de niv seat hevdîtinek pêk hatiye. Ew jî bi armanca şikandina grevên birçîbûnê û çalakiyên gel yên jibo "Ji Ocalan re Azadî" pêkhatiye. Rêber Abdullah Ocalan ji  27ê Tîrmeha 2011’an ve nikare bi parêzerên xwe re hevdîtinekê pêkbîne û ev 6 salin daxwazên parêzeran jî, ji aliyê desthilatdariya AKPê ve tên astengkirin. Lewra, divê rastiya Rêber Abdullah Ocalan, ku 6 sal in bi parêzerên xwe re nikare hevdîtin bike, du sal û nîv e bi ti kesî re hevdîtin nekiriye û 18 sal û nîv e jî di bin sistema tecrîda Îmraliyê de ye, baş were fêhmkirin.

Edî ne mumkune ku civaka Kurd û hêzên demokrat-şoreşger  vê rewşê qebûl bikin. Pir eşkere ye ku dîktatoriya faşîst a Erdogan û Bahçelî weke her tiştî, di vê mijarê de jî bi agir dilîze. Hewl didin ku sistema zext û zorê, îradeya civakê bişkînin û bêdeng bikin. Lê divê werîe zanîn, ku wê ev hewldanên wan vala bin. Li hemû qadan de çalakiyên "Ji Ocalan re Azadî " pêk tên û belavî her derê dibin. Civaka Kurd û dostên wan di vê mijarê de hestyariyên xwe bilind dikin dibêjin; ne dema rawestandinê ye, wê çi bê kirin, divê niha were kirin. Lewma mirov dikare bêje; çalakiyên azadiyê wê bi lêgerînên yekitiya neteweyî ve bibin yek û di asta serketina şoreşê de jî pêşkevin û ber bi serketinê ve biçin. 

ÇAVKANÎ: YENÎ OZGUR POLÎTÎKA