Tecrîd li Reîmsê hate protestokirin
Tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, li bajarê Reîms ê Fransayê bi meşekê hate protestokirin.
Tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, li bajarê Reîms ê Fransayê bi meşekê hate protestokirin.
Meşê ji ber gara navendî ya Reîmsê dest pê kir û li navenda bajêr bi dawî bû.
Di meşê de dirûşmên "Bê Serok jiyan nabe", "Azadî ji Ocalan re" hatin qîrîn û di dawiyê de daxuyaniyek hate dayin.
Di daxuyaniyê de hate ragihandin, Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan rûmeta gelê Kurd e û gelê Kurd wê xwedî li rûmeta xwe derkeve. Her wiha Hevseroka KCD'ê û Parlamentera HDP'ê ya Colemêrgê Leyla Guven hate silavkirin.
Çalakî bi qîrîna dirûşman bi dawî bû.