Tecrîd li Marsîlya û Maînzê hate şermezarkirin

Li bajarê Marsîlya yê Fransayê û li bajarê Mazînz ê Elmanyayê, aktîvîstên Tevgera Ciwanên Şoreşger tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan şermezar kirin.

Aktîvîstên Tevgera Ciwanên Şoreşger, ji bo şermezarkirina tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li bajarê Marsîlya yê Fransayê çalakiyek pêk anîn. Ciwanan danê êvarê pankarteke bi Fransî ya bi nivîsa "Azadî ji Ocalan re" bi pirekê ve daliqandin.

Ciwanan diyar kirin ku wê çalakiyên xwe bê navber bidomînin.

MAÎNZ

Li bajarê Maînz ê Elmanyayê, jin û ciwanên Kurd ji bo piştgiriyê bidin grevên birçîbûnê çalakiye li dar xistin. Di çalakiyê de ku ciwanên enternasyonalîst jî piştgirî dan, fîşekên hewayî hatin teqandin û al hatin hildan.

Ciwanan diruşmên "Bijî Serok Apo" qîriyan û pankarta bi zimanê Elmanî ya bi nivîsa "Piştgirî ji bo Rojava - şoreşa civakî biparêzin" hildan.