Tecrîd li Marsîlya, Atîna, Parîs û Halleyê hate şermezarkirin

Çalakiyên ji bo şermezarkirina tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û piştgiriya ji bo berxwedêrên greva birçîbûnê didomin.

Kurdistanî bi vê armancê dawiya vê hefteyê jî li gelek welatên Ewropayê tevî dostên xwe daketin qadan.

PARÎS

Li paytexta Fransa Parîsê, endamên "Platforma jiyanê ya li dijî tecrîdê" çalakiya xwe ya greva birçîbûnê ya sê rojan dewam dikin.

Çalakgeran li meydana Republiqueyê kon vedan û li ser tecrîdkirina Ocalan û grevên birçîbûnê agahî dan raya giştî.

Endamên Tevgera Ciwanên Şoreşger jî serdana çalakgeran kirin û piştgirî dan wan.

Di çalakiyê de bi sedan belavok hatin belavkirin û dirûşmên "Em hemû Leyla ne", "Azadî ji Ocalan re" hatin qîrîn.

MARSÎLYA

Kurdistaniyên li bajarê Marsîlya yê Fransayê, ji bo balê bikişînin ser daxwazên berxwedêrên greva birçîbûnê li meydana Vieux-Portê mîtîngek li dar xistin.

Bi sedan Kurdistanî danê nîvro li hev civiyan û dowîzên ji wêne û daxwazên berxwedêran hildan. Di çalakiyê de dirûşmên "Bijî berxwedana zindanan", "Bijî Serok Apo" û "Bijî Leyla Guven" hatin qîrîn.

Çalakî piştî deqeyeke rêzgirtinê û axaftinan bi dawî bû.

ATÎNA

Li paytexta Yewnanîstan Atînayê, Platforma Tirkiye-Kurdistanê ya Yekîtiya Çalakiyan a Yewnanîstanê, ji bo şermezarkirina tecrîdê û piştgiriya ji bo berxwedana grevên birçîbûnê çalakiyek li dar xist.

Çalakî bi pêşengiya PKK, MLKP, MKP, DKP, TKP/ML û SYKP'ê li parka Exarchionê pêk hat.

Di çalakiyê de li ser mijarê îmze hatin komkirin ku wê ji CPT û Konseya Ewropayê re werin şandin.

HALLE

Li bajarê Halle yê Elmanyayê, ji bo şermezarkirina tecrîdê bi sedan kes meşiyan. Di meşê de dirûşmên "Bijî berxwedana Leyla", "Bijî berxwedana zindanan", "Bijî Serok Apo", "Jin, Jiyan, Azadî" hatin qîrîn.

Çalakî piştî mîtîngê bi dawî bû.