Tecrîd li Hannover û Kopenhagenê hate şermezarkirin

Li bajarê Hannover ê Elmanyayê û li paytexta Danîmarka Kopenhagenê, ji bo şermezarkirina tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan çalakî pêk hatin.

Ji bo xwedîderketina li grevên birçîbûnê û rojiya mirinê yên li dijî tecrîdkirina Ocalan, li Hannoverê çalakiyek pêk hat.

Çalakger doh saet 16:30'î li ber HBF'ê li hev civiyan û pankarta bi nivîsa, "Abdullah Ocalan nûnerekî girîng ê gelê Kurd e, azadiya wî azadiya me ye" hildan. Di çalakiyê de li ser grevên birçîbûnê belavokên bi zimanê Elmanî hatin belavkirin. Jinan jî laçikên spî dan serê xwe û piştgirî dan dayikên aştiyê.

Di çalakiyê de Hevserokê Navenda Civaka Demokratîk a Kurd Bavê Ronî, Hevberdevka Meclîsa Jinê ya Şehîd Ronahî Ayla Ekîncî û endama Meclîsa Jinê ya Şehîd Ronahî Adlê Aslan axivîn.

Di dawiya çalakiyê de dirûşmên "Azadî ji girtiyên siyasî re", "Bijî berxwedana zindanan" û "Hoch die internationale solidaritat" hatin qîrîn.

KOPENHAGEN

Li paytexta Danîmarka Kopenhagenê jî ji bo xwedîderketina li grevên birçîbûnê û rojiya mirinê çalakiyek pêk hat.

Girseya gel li qada Nytorv li hev civiya û pankartên ji daxwazên berxwedêrên greva birçîbûnê û rojiya mirinê hildan.

Hevserokên Navenda Civaka Demokratîk a Kurd a Danîmarkayê Hozan Fîgen û Fîraz Ciwanser daxuyanî dan çapemeniyê û diyar kirin, heta ku tecrîd bi dawî bibe wê çalakiyên xwe bidomînin.