Serokê DYE'yê Donald Trump diyar kir ku wê di 27'ê Cotmehê de daxuyaniyeke 'girîng' bike û qenalên CNN û ABC jî li gorî agahiyên ji rayedarên payebilind wergirtî ragihandin ku El Bagdadî li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê di operasyoneke artêşa Emerîkî de mirî hatiye dîtin.
Li gorî CNN ji bo bi rengekî fermî bê piştrastkirin ku Bagdadî miriye test tên kirin. Rayedarekî ku ji qenala televîzyonê ABC re axivî diyar kir, Bagdadî êlekê bombeyî bi xwe ve teqandiye.
Pentagonê ji AFP'ê re diyar kir ku ew ê der barê mijarê şîrove neke, lê Trump wê saet 09:00 ê dema Emerîkayê daxuyaniyeke girîng ragihîne.
Beriya îdîayên der barê mirina Bagdadî Trump di Twitterê de nivîsî "Tiştekî gelekî mezin qewimî."
Rayedarekî Îranî ji Reutersê re ragihand, ku welatê wî der barê mirina Bagdadî hate agahdarkirin.
Hate ragihandin ku operasyon li herêma Îdlibê ji aliyê hêzên taybet ên Emerîkî ve hatiye kirin.
Fermandarê Giştî yê QSD'ê Mazlûm Ebdî jî di Twitterê de peyamek weşand û piştî îdîayên der barê kuştina Ebûbekir El Bagdadî de wiha nivîsî: "Operasyoneke dîrokî û serketî bû ku encama karekî hevpar ê îstîxbartê yê bi Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê re bû."