TCŞ Bîelefeld: Komkujiya li ser Êzidiyan dewam dike

Aktîvîstên Tevgera Ciwanên Şoreşger (TCŞ) li bajarê Bîelefeldê yê Elmanyayê çalakî li dar xistin û diyar kirin ku komkujiya li ser Êzidiyan dewam dike.

Tevgera Ciwanên Şoreşger li navenda bajarê Bîelefeldê çalakiyeke protestoyî ya bêdengî li darxist û lihevkirina PDK û rêveberiya Bexdayê ya li ser Şengalê şermezar kir.

Di çalakiyê de ku bi pêşengiya ciwanên Êzidî û Başûrê Kurdistanê hate lidarxistin, belavok li ser mijarê hatin belavkirin.

Di çalakiyê de hate ragihandin ku eger Şengal a li dijî DAÎŞ'ê bi berxedaneke mezin rizgar bû bikeve destê PDK'ê wê hingî DAÎŞ bi piştgiriya Tirkiyeyê ji nû ve xwe bi rêxistin bike.