Taşdemîr: Têkoşîna jinan ew ê destûrê nede rejîma ‘yek zilamiyê’

Berdevka Meclîsa Jinan a HDP’ê diyar kir ku ew li meclîsê xwedî îrade ne û got, “Cihê ku têkoşîna jinan hebe, ew ê rejîma yekzilamiyê bi ser nekeve.”

Berdevka Meclîsa Jinan a HDP’ê Dîlan Dîrayet Taşdemîr têkildarî hilbijartina 24’ê Hezîranê li navenda giştî ya partiyê civîneke çapemeniyê li dar xist.

Taşdemîr di civînê de got ku, “Li hemberî tifaqa AKP-MHP’ê, 24’ê Hezîranê roja hesappirsînê ye. Tifaqa AKP-MHP’ê bi polîtîkaya li dijî jinan, bi polîtîkayên tecrîd û qirkirina siyasî, bi dagirkeriya li dijî Efrînê welat xistiye nav krîzekê.”

‘EM ÎRADE NE’

Taşdemîr diyar kir ku jin ew ê di 24’ê Hezîranê de bi awayekî xurt di meclîsê de bin û got, “Em AKP’ê bi polîtîkayên wê yên li dijî jinan nas dikin. Em nîvên nifûsê ne, lê mafên me ne wekî hev in. Di 24’ê Hezîranê de em ê vî tiştî biguherînin. Em jin di siyasetê de, ne vîtrîn in, em îrade ne. Ji ber vê jî bi Rewşa Awarte destkeftiyên jinan hatin desteserkirin, 54 saziyên jinan hatin girtin. Têkoşîna me li dijî rejîma yekzilamiyê, têkoşîna azadiyê ye. Ji ber ku ew jî dizanin, cihê ku têkoşîna jinan lê hebe, rejîma yekzilamiyê ew ê bi ser nekeve.”

‘EM Ê JINÊN HATINE QETIL KIRIN Û YÊN GIRTÎ JI BÎR NEKIN’

Taşdemîr diyar kir ku dema ew di 24’ê Hezîranê de biçin ser sindoqan ew ê jinên hatine qetilkirin ji bîr nekin û got, “Dema em biçin ser sindoqan, em ê Fîgen, Gultan û Sabahatê ji bîr nekin. Em ê Dayîka Taybet ji bîr nekin. Em dayîka Sîsê ji bîr nekin a ku di 85 saliya xwe de ketiye girtîgehê.”

TEMSÎLIYETA JINAN A DI HDP'Ê DE

Taşdemîr têkildarî pirsa ‘Ew ê temsîliyeta jinan di HDP’ê de çawa be’ jî got ku, “Temsîliyeta wekhev di bernameya me de heye. Nîvê parlementerên me, ew ê jin bin. Piştî ku namzetê me yê Serokkomariyê bi ser ket, di salên pêş de em ê pergala Hevserokkomariyê jî pêk bînin.”