FLAŞ

TAK'ê çalakiya li Antalya-Kemerê li xwe girt

TAK: Weke Teyrên Baz ên Azadiya Kurdistanê (TAK) em çalakiya li ser rêya bejahî ya Antalya-Kemerê li xwe digirin. Em careke din dibêjin; Tirkiye ne welatekî ewle ye."

Rêxistina TAK'ê çalakiya li dijî mînîbusa jendermeyan a li navçeya Kemer a Antalyayê, ku di 24'ê Tebaxê de hat lidarxistin, li xwe girt.

Di daxuyaniya li malpera înternetê ya TAK'ê de hat gotin, "Weke Teyrên Baz ên Azadiya Kurdistanê (TAK) em çalakiya li ser rêya bejahî ya Antalya-Kemerê li xwe digirin."

Daxuyanî wiha ye:

24.08.2016' saet di 09:40 de, milîtanên me li ser rêya Antalya-Kemerê li dijî mînîbuseke jendermeyan çalakiyek pêk anîn. Di vê çalakiyê de xisareke mezin li mînîbusê bû. Encamên çalakiyê ji aliyê me ve zelal nebûn. Lê belê medya şerê taybet a AKP'ê hewl da encamên çalakiyê ji raya giştî veşêre. Weke Teyrên Baz ên Azadiya Kurdistanê (TAK) em dixwazin ev yek baş were zanîn; di serî de Serok Apo û gelê Kurdistanê yê berxwedêr bêparastin nîne û em ê her cihî bikin qada hilanîna tolê. AKP û yên dengê xwe li polîtîkay AKP'ê dernaxînin û bêdengin, wê berpirsyarê rewşê bin. Em careke din dibêjin; Tirkiye ne welatekî ewle ye."