Berdevkê Demê yê Meclîsa Aştiyê yê Tirkiyeyê (TBM) Hakan Tahmaz diyar kir ku, ji çareseriya pirsgirêka Kurd divê pêvajoya diyalog û muzakereyê dîsa destpê bike û wiha got: "Bila sala 2013'an jî weke sala 2012'an beradayî neçe"
Berdevkê Demê yê Meclîsa Aştiyê yê Tirkiyeyê (TBM) Hakan Tahmaz têkildarî sala nû daxuyaniya nivîskî weşand. Tahmaz anî ziman ku, nemimkune mirov bêje di sala 2012'an de heviyên aştiyê bi hêzbûn û wiha got: “Heke aştî ji bo mirov bi hemû cudayiyên xwe bi hev re bi awayekî demokratîk, azad û wekhev bijî şertekî serekebe, wê demê mirov nikare di sala 2012'an de behsa vê yekê bike. Li gel vê yekê di civakê de baweriya aştiyê gelek kêmbû. Pirsgirêka Kurd hêj girantirbû. Dij beriya civakê hêj bêtir kûr bû. Hevdîtinên di sala 2006'an de destpê kirin di tîrmeha 2011'an de hatin birîn û di sala 2012'an de polîtîkayên ewlehiyê berdewam kirin. Çareseriya pirsgirêka kurd hêj bêtir bi zor û zehmet bû. Hikûmetê ev yek ferq kir dîsa behsa muzakere destpê bikin dike. Di vê mijarê de hêj tu pêşketin tune ne. Nîşaneya vê yekê tecrîda 500 roj zêdene li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan bi destê hikûmetê berdewam dike ye."
Tahmaz da zanîn ku, li gel gotinên hikûmetê tu muzakereyan destpênekir û ligel daxuyaniyên Wezîrê Dadê Sadullah Ergîn di parastina zimanê zikmakî û bikaranîna zimanê zikmakî tu başbûn çêbnebûn. Tahmaz bilêv kir ku, di sala 2012'an de di pirsgirêka Kurd de tu başbûnên demokratîk pêk nehatin û wiha pê de çû:"Hikûmet di daxuyaniyên xwe de dibêje 'hewildana demokratî berdewam dike' lê berpirsyarên komkujiya Roboskiyê hêj nehatine darizandin û li ser dosyayê biryara veşarî hate dayîn û rapora komisyonê hêj nehatiye nivîsandin."
Tahmaz da zanîn ku, pevçûnan di civakê de diltirsî zêde kir û bal kişand ser pevçûnên 23'ê tîrmehê û wiha got: “Hikûmetê li hev hatina wekîlên wê demê herêmê ziyaret kirin û PKK'iyan vegêrand qirîzê. Ji ber vê yekê ji bo mafê destnedayîna wekîlan bê rakirin anîn rojevê. Serokwezîr li hemberî siyaseta Kurd uslûbekî nebaş bikartîne û her tim wan hedef nîşan dide. Di nava sala 2012'an de gelek geşedanên nebaş pêk hatin."