Tabloya Mendeleyev li benda nûjenkirinê ye

Tabloya Mendeleyev li benda nûjenkirinê ye

Li sîstema periyodîk a elementên kimyawî ya wek tabloya Mendeleyev tê naskirin, demek nêz de wê elementeke din jî bête zêdekirin. Ew jî elementa sûper giran ya radyoaktîv ya bi navê `Ûnûnpentî` ye.

Ew element cara yekem ji alîyê zanyarên Rûs ên ji Înstîtûya Yekgirtî ya Lêkolînên Nukleerî ve hate sentezkirin. Ceribandinên zanyarên Rûs ên wê elementê, niha jî ji alîyê zanyarên Swêdî û Elman ve hatin pêkanîn.

Wateya `Ûnûnpentî` yê di Latînîyê de 115`mîn e. Ji ber ku di tabloya Mendeleyev de ew element wê di riza 115`mîn de be. Der barê wê yekê de tu şik tune ne, ku ew element wê di nav tabloya Mendeleyev de cih bigire. Di wan rojên derbasbûyî de zanyarên Swêdî û Elman rastîya encamên xebatên zanyarên Rûs ên di maweya 10 salên dawiyê de dubare kirin. Ûnûnpentî bi rastî jî heye. Zanyarên ji zanîngeha Lûnda ya Swêdê li ser maddeya lezgînkirinê iyonên kalsîyûmê û amarîkyûm li hev xistin û di encamê de peydabûna elementa 115`mîn ya super giran a nukleerî tomar kirin. Di sala 2003`yan de zanyarên Rûs ên ji Dûbnaya li rex Moskowê `Ûnûnpentî` bi heman şêweyî sentez kiribûn. Rêvebirê labaratûvara reaksîyonên nukleerî yê Înstîtûya Yekgirtî ya Lêkolînên Nukleerî Yûriy Oganesyan di wê der barê de van zanyarîyan dide:

"Me 5 salan amadekariyên wan ceribandinan kirin û di destpêka salên 2000`î de bi bikaranîna lezgînkirin, reasiyon û nêzbûnên nû ve dest bi ceribandinan kir. Ew cureya nû ya reaksiyona bi kalsîyûma 48`emîn e û maddeyeke gelek buha ye. Di dawiya dawî de ew metod xebitî û cara yekem atomên super giran hatin bidestxistin. Wê demê, bi guherindina hedefan ve me xwe gihande elementa 118`emîn."

Demeke dirêj hebûna elementên ji ûranyûmê girantir, ku di tabloya elementan de di rêza 94`emîn de ye, di bin pirsê de bû. Elementên bi vî awayî li xwezayê tune ne. Gelek ji wan elementan cara ewil ji aliyê zanyarên Înstîtûya Yekgirtî ya Lêkolînên Nukleerî ve hatin sentezkirin. Ji bo nimûne elementa 105`emîn di sala 1970`yan de hate peydakirin û anegorê biryara Yekitîya Navneteweyî ya Kimyaya Teorîk û Sepandî ve ji ber bajarê Dûbnayê navê ``dûbnî``yê wergirt. Bikaranîna sepandî ya elementên bi wî awayî yên super giran heta niha ne hatiye pêkanîn. Lê, fîzîknasê ji Înstîtûya Yekgirtî ya Lêkolînên Nukleerî Îgor Golûtvîn dibêje, ku pêşeroj a wan e.

Li gor nêrîna min, ev encam hêjayê xelata Nobelê ne. Hemû bikaranînên sepandî li ser esasê encamên fûndamental têne pêkanîn. Anegorê encamên gengaz ên sepanê, hewce nake ku demildest hewl bidin, ku giringî û perspektîvên hinek lêkolînan destnîşan bikin. Ew yek wê ne rast be. Ew yek bi ruhê zanistê re nakokîbar e.

Elementên cara ewil ji alîyê zanyarên Înstîtûya Yekgirtî ya Lêkolînên Nukleerî ve hatinî keşifkirin, bi dehan in. Bi saya zanyarên ji Dûbnayê elementên wek Rutherfordium (di tabloyê de di rêza 104`an de ye), Flerov ( di rêza 114`yan de ), Livermore ( di rêza 116`yan de ) di tabloya Mendeleyev de cih digirin. Yên din, 113, 115, 117, û 118 jî cara yekem li Dûbnayê hatin sentezkirin. Lê heta niha navên wan ên fermî tune ne. Dibe ku navê fîsîknasên Rûs li wan bête kirin, eger bite ispatkirin, ku ew element ji aliyê wan ve hatine keşifkirin.