TŞYG: Têkoşîna hevpar a li dijî faşîzmê nabe bê taloqkirin

Tevgera Şoreşger a Yekbûyî ya Gelan (TŞYG) bang têkoşîna hevpar a li dijî faşîzmê dubare kir.

Komîteya Rêveber a Tevgera Şoreşger a Yekbûyî ya Gelan (TŞYG) daxuyaniyeke nivîskî da û bal kişande ser girîngiya hevkariya têkoşînê ya li dijî faşîzmê. Di daxuyaniyê de ‘problemên rêxistinî’ yên TKP-ML’ê hatin destnîşankirin û banga ‘çareseriya şoreşger’ hate kirin.

Daxuyaniya TŞYG’ê wiha ye:

"Li Tirkiyê û Kurdistanê li her qadê di navbera TC’ê ya faşîst û hêzên şoreşger ên yekbûyî de têkoşîneke giran heye. Dewleta faşîst bi hemû amûrên xwe yên zorê bi ser kedkar û gelên bindest de diçe û hewl dide têkoşîna wan biçewisîne û wan serkut bike. Ji bo vê jî bi hemû azîneyan li ser hemû beşên çewisandî yên gel zext û zordariyeke giran dike.
Ev hemû kirin, li gel ku êrîşên xwe her roj zêdetir dikin jî ti encamê bi dest naxin. Encama piştî her êrîşê ew e dixwazin êrîşên xwe girantir bikin. Serwer ji bo ku desthilatdariya xwe biparêzin tundî û zorê zêde dikin, hemû hêzên ku dikarin bi kar bînin di vê rêyê de bi kar tînin. Li pêşberî me ji AKP’ê bigirin ta bi MHP’ê û hemû rêxistinên bi rengê faşîst li dijî hêzên şoreşger bi rengekî aktîf disekinin.

Di nava van şertan de em têkoşîna rizgariya civakî didin. Bi hemû hêza xwe li dijî vê faşîzma ku tê xwestin were domdar kirin em radiwestin, em hewl didin ku alternatîveke şoreşger li ber gelên xwe deynin.

Di rewşeke wiha ku em di nav van şertan de têdikoşin, tekane û girîngtirîn tişta ku hewcehiya me pê heye, pêkanîna yekîtiya têkoşînê ya gelên çewisandî, kedkar û hêzên şoreşger e. Li dijî faşîzmê têkoşîn bi hev re, pêdiviyeke berbiçav a dema me ya niha ya herî lezgîn e û nikare were taloqkirin.

Di vê qonaxa têkoşînê de, rewşa berdest van peywir û berpirsyariyan li me ferz dike lê mixabin hin bûyerên ku li van nayê çêdibin.

Problemên rêxistinî yên ku yek ji pêkhateya me TKP/ML dijî, hatiye rewşeke wiha ku di nav de di navbera hêzên şoreşger de tundî were bikaranîn. Nayê qebûlkirin ku di navbera şoreşgeran de tundî weke rêbaza ku arîşe pê werin çareserkirin, were bikaranîn. Rêbazên tundiyê hem di nav rêxistinê de û hem jî di nav şoreşgeran de tiştekî li têkoşînê zêde nake, ziyanê dide û arîşeyan mezintir dike. Ji bo vê jî divê dawî li wê tundiya li ser saziyên bi ser pêkhateya me TKP/ML’ê û mirovên wê were, ku hê jî meyla domandina wê heye, ji bo ku arîşe bi dostaniya şoreşger û danûstandinê çareser bibe divê hewldan çêbibe. Divê were zanîn ti mudaheleya ku bi rêbazên rast nehatî kirin wê tiştekî li têkoşînê zêde neke.

Şoreşa yekbûyî, rizgariya civakî, geşkirina têkoşînê, berfirehkirina têkoşîna hevpar peywira hemû şoreşgeran e. Xeta ku divê em xurt bikin ev e. Divê ev xet were xurtkirin û mirov xwe ji her cure tevgerên ku ziyanê bidin vê xetê dûr bigire.

Ji ber vê bûyerê em banga xwe ya têkoşîna hevpar a ku ji roja damezirînê ve dibêjin dubare dikin."