SYKP jî tevlî çalakiya nobetê ya sînor dibe

SYKP jî tevlî çalakiya nobetê ya sînor dibe

Piştgiriya ji bo çalakiyên li sînorê Pirsûsê û berxwedana Kobanê hatine destpêkirin didomin. Partiyên Tirkiyeyê û aliyên demokratîk jî piştgiriyê didin çalakiyan.  Serokê Partiya Jinûve Damezirandinê ya Sosyalîst a Samandagê Yusuf Kîmyon diyar kir ku armanca piştevaniya bi gelên Rojava re wê tevlî nobeta li sînorê Kobanê bibin.

Kîmyon di daxuyaniya nivîskî de diyar kir ku DAIŞ komkujiyên xwe didomîne û çeteyên DAIŞ’ê yên li herêma Kobanê êrîşan pêk tînin jiyana bi hezaran kesî tehdît dikin.

Kîmyon bi lêv kir ku bi armanca xwedîderketina li berxwedana Kobanê li sînorê Pirsûsê nobet hatiye destpêkirin û got: “Em wek Partiya Jinûve Damezirandinê ya Sosyalîst çawa ku berê ku li dijî komkujiyên Elewiyan û Êzidiyên Şengalê derketin, em ê niha jî ji bo gelê Kurd ê Kobanê biçin wir.”