Swîsre dê penaberên Sûriyeyê qebûl bike

Swîsre dê penaberên Sûriyeyê qebûl bike

Swîsre ji bo welatiyên Sûriyeyî ku yek ji malbata wan li Swîsreyê bijî, di pêvajoya şer de dê mafê runiştinê ya bo demekê bide wan. Her wiha ji birîndar û kesên hewcedariya wan bi tedawiyê heye jî destura runiştinê ya demekê heye û ev jî li gorî rewşa Sûriyeyê dikare bê dirêjkirin.

Ji ber şerê li Sûriyeyê didome heta niha 4 mîlyon kes bû penaber. Der barê vê mijarê de Buroya Penaberan a Federal (OFM/BFM), ket nava tevgerê  û ji 4’ê îlona 2013’an û vir de diyar kir ku ger ku yek xizmekî malbatên Sûriyeyê yanî zarok, nevî, bira, kal û pîr, li Swîsreyê bimîne ew, dê mafê runiştinê ya bo demekê ya pêvajoya şer bidinê.

Li gorî daxuyaniyê tê gotin ku ji malbatê kesek li Swîsreyê bijî û xwedî runiştina B an jî C be an jî welatiyê wê be,  dema serî li seferatxaneyên mezin yên Swîsreyê yên li Stenbol, Enqere ya  Tirkiyeyê, Amman û paytexta Beyrut a Lubnanê bidin, dê vîze bo wan bê dayîn û biçin Swîsreyê. Buroya Penaberiyê da zanîn ku ji ber pirsgirêkên pasaport û zehmetiyên agahiyên kutukê ya li Sûriyeyê, divê di dema ispatkirina têkiliyên xizman de Swîsre nerm nêzîkbibe. Hat ragîhandin ku ji bo ispata xizman jî di rewşên îstîsnayî de dê testa DNA’yê bê kirin.

 Buroya penaberiyê da zanîn ku li welatên cîranê Sûriyeyê an jî xizmên li Misirê jî dimînin, ger li welatê ku dimînin mafê runiştineke qanûnî nehatibe dayîn, bila heman derfet bên dayîn. Her wiha Buroyê, da zanîn ku di dema serlêdanan de divê rîska jiyanê ya cihên ku xizmên wan lê dijîn bê lêkolîn kirin û li gorî vê tevbigerin û di heman demê de ne buro wek şert nabêje ku bila Swîsre lêçûnên malbata ku li Swîsreyê bimîne, bide. Li gorî biryarê destpêkê dê 90 rojî destûr bê dayîn. Li gorî geşedanên Sûriyeyê ev rewş dê bê nirxandin û dem dikare bê dirêjkirin.  Her wiha hat gotin ku kesên ji bo demekê bên vir dikarin bo îltîcayê serî lê bidin û got ev rewş jî dê li gorî prosedura îltîcayê bê nirxandin.

 Serlêdan ji aliyê nûnerên dîplomatîk ve dê ji Buroya Penaberiyê re bê ragîhandin. Ger biryar pozîtîf bê dîtin, dê ji bo dest destura derbasbûna Swîsreyê bê dayîn.

Hiqûqnas Husnu Yilmaz da zanîn ku kesên birîndar û yên nexweş yên Sûriyeyê ku hewcedariya wan bi dermankirinê heye dikarin fêdeyê jê bigirin û wiha got: “Kesên bên Swîsreyê dê dsetpêkê bê xwestin ligel xizmên xwe bimînin û ger ku ji bo îltîcayê serlêdanê jî bikin, divê pirsgirêkên xwe yên runiştinê çareser bikin. Kesên bê vir, mehê dê pereyekê kêm ji bo alîkariyê bê dayîn.  Lê ev dê çawa be ne diyare. Li gorî serlêdanan dê Buroya Penaberan pirsgirêkên pratîk çareser bike. Ji bo kurdan ger ku agahiyên kutukê neyê ispatkirin, ger pasaport jî tunebe jî derketin mumkune. Di vê mijarên Kurdên Sûriyeyê ger ku kesek ji malbata wan li Swîsreyê bijî, ew jî dikarin heta şer biqede li Swîsreyê bimînin.”